Nerazîbûnên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe zede dibin. Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, Kurdistanî ev sê roj in li dijî tecrîdê dest bi greva bircîbûnê kirine. Çalakî bi dirûşma “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Rêbertiyê azad bikin” li avahiya partiya Die Linke pêk tê. Ji rêveberiya eyaletê ya Die Linke (Partiya Çep) Lars Leopold û Kurdistaniyan serdana çalakiyê kir. Çalakgeran Leyla Guven silav kir û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê, her wiha bêdengiya CPT´yê beramberî tecrîda li Îmraliyê, şermezar kir.
Koma sêyem li Rennesê çalakiyê dike
Çalakiya greva bircîbûnê ya li bajarê Fransa Rennesê jî di roja 8. de dewam dike. Çalakiya Kurdistaniya 13´ê Kanûnê destpê kir û koma sisiyan doh çalakî dewr girt. Çalakger di dewam kirina çalakiya xwe de bi biryar in.
Ji bo Rêberê xwe rabûn
Li navçeya Erşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê, jî bi heman armancê bi beşdariya 20 kesan greva biçîbûnê dest pê kir. Çalakî li Navenda Çanda Kurd a Erşovê bi rêve diçe. Alîkarê Hevserokên Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê, Mîrzaelî Yûsûbov di çalakiyê de got, “Mafê gelê Kurd e ku çarenûsa xwe diyar bike. Gelê Kurd li çar aliyên cihanê ji bo Rêberê xwe rabûye ser piyan. Kurd heta ku azad bibin wê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.”
Seroka Meclîsa Jinê ya Erşovê, Gulîzer Yûsûbova jî got, “Divê herî zêde jin xwedî li Rêbertiyê derkevin, ji ber ku rêbertî herî zêde ji bo azadiya jinê têkoşiya. Divê jinên Kurd xwedî li van çalakiyên bi pêşnegiya Leyla Guven, derkevin. Heta ku tecrîd neyê rakirin divê nesekinin.”
Heta bêdengî bişkê
Kurdên li navçeya Mîçîrûnsk a bajarê Tambovê yê Federasyona Rûsyayê, jî ev 3 roj in di greva birçîbûnê de ne. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Mîçîrûnskê ve tê organîzekirin û gelê cihî jî destekê dide çalakgeran. Çalakgeran bang li hêzên navneteweyî kir da ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanan.
NAVENDA NÛÇEYAN