Rayedarên PDK, YNK, Gorran banga KNK´ê ya civîna ji bo diyarkirina helwêsta neteweyî li dijî dagirkeriyê erênî dinirxînin, lê ka partiyên wan wê gavên çawa yên pratîkî biavêjin, nediyar e.   

KNK´ê ji bo hemû hêzên Kurdistanî bi lezgînî ji bo pêkanîna helwêsta yekgirtî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kom bibin, bang kiribû. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran bersiva banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) da.

Li ser banga Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku di bin sîwana KNK´ê de ji 34 partî û rêxistinan pêk tê, nûnerên bi dehan partî û rêxistinan û gelek kesayetên Kurdistanî, di 27´ê Tîrmehê de li paytexta Belçîkayê Brukselê di “Civîna Helwêsta Neteweyî li Hemberî Dagirkeriya Dewleta Tirk” de kom bûn. Piştî civînê pêkhateyên civîna Helwêsta Neteweyî ya KNK’ê bang li KCK, PDK, YNK û hêzên din ên Kurdistanî kir da ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwêstê nîşan bidin.

Vegera li yekrêziya Kurdistanê

Li ser vê bangê Endamê Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Beşaretî ji me re axivî û di serî de destxweşî li KNK’ê kir ku kar ji bo yekrêziya di nava mala Kurdan de dike û got; “Li gorî min xala bingehîn a yekrêziya nava mala Kurdan û yekhelwêstiya aliyên siyasî ne tenê dirûşmeyên bê naverok be, hemû aliyan gelek dirûşim gotine, lê hêvîdar im vegerin li ser esasê mijara neteweyî û nîştimanî  ku ew jî yekîtî û yekrêziya Kurdistanê ye.”

Fazil Beşaretî li ser pirsa ‘Di vê qonaxê de ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde bûye, divê helwêsta aliyên siyasî yên Kurdistanê çawa be, got, “Divê em helwêsta neteweya xwe bi rêxistin bikin. Kongreya Neteweyî li dar bixin. Yek gotara Kurd pêk bînin. Ji bo wan dewletên ku dîrokeke reş li hemberî gelê Kurdistanê heye. Heger em yekhelwêstiya xwe nîşanî dewletên herêmî û civaka navneteweyî bidin, em dikarin peyamê bidin wan dewletan ku mafên gelê Kurd înkar dikin ku hebûna Kurdistanê înkar dikin. Divê em jî peymana xwe ji bo derxistina hebûna gelê Kurd birêxistin bikin.”

Hatina gel hev pêwîstiyek e

Ji bo ku helwêsta YNK’ê ya li ser vê bangê em fêr bibin, me peywendî li gel endamên Rêveberiya YNK’ê Arêz Ebdullah û Mistefa Çavreş re danî, lê wan destnîşan kir ku hîna nizanin helwêsta partiya wan a fermî li ser banga KNK’ê wê çibe. Wan got, helwêsta fermî li gel mekteba siyasî ye û “Hemû civîn û rûniştinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, karekî baş e û ev civîn jî pêwistiyeke vê qonaxê ye.”

Em piştgirê her banga ji bo yekhelwêstiyê ne

Her wiha Endamê Civata Niştîmanî yê Tevgera Gorran Hêmin Şêxanî ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku banga KNK’ê gihîştiye rêveberiya Tevgera Gorranê û got; “Helwêsta me ya li ser vê mijarê zelal e. Em piştgiriya her bangeke ji aliyê her aliyekî ve ji bo pêkanîna yekrêzî û parastina xaka Kurdistanê, dikin.”

PKK ji her fedakariyê re amade ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di 25’ê Tîrmehê de di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF´ê de eşkere kiribû ku ji bo yekîtiya neteweyî ji her fedekariyekê re amade ne û got, “Heger PDK feraset û nêzîkatiya xwe biguherîne û bi rengekî neteweyî tevbigere, wê karibe bi hêsanî xwe nêzî PKK’ê bike, tifaqa neteweyî ya demokratîk wê pêk were. Bi vî rengî wê Kongreya Neteweyî karibe pêk were, yekîtiya neteweyî biafire. PKK ji her demê bêhtir ji vê yekê re amade ye. Hema îro amade ye ku bi her şêweyî fedakariyê bike.”

BERHEM LETÎF / ROJNEWS / SILÊMANÎ