Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Alîkarê Hevserokên BDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar û Parlementerê Wanê Nazmî Gur, ji bo hin hevdtînan çûn paytexta Îngilîstanê London ê û li baskê jêr ê parlementoyê House of Commonsê de civînek li dar xist. Demîrtaş destnîşan kir ku mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û divê rêzdarî ji vê mafê Kurdan re bê girtin. Ligel Demîrtaş û Gur, parlementerê Partiya Karker Jeremy Corbyn, Nunerê partiya Plaid Cymru Hywel Williams û Lord Rea jî weke axaftvan beşdarî civînê bûn. Her wiha, sazî û rêxistinên Kurdan ên li Îngilîstnê jî piştgirî dan civînê.
Demîrtaş, diyar kir ku BDP dixwaze ku nasnameya Kurdan were naskirin, divê hemû gel bi azadî bi zimanên xwe biaxivin, Kurd xwe bi nasnameya xwe rêxistin bikin, mafê polîtîkaya azad bê dayîn û Kurd li ser esasê xweseriya demokratîk xwe bi xwe bi rê ve bibin. Demîrtaş got ku di hilbiajrtina dawiyê de ji nîvê Kurdan zêdetir dengê xwe dane BDP’ê û ev jî di rastiyê de bi vê yekê çarenûsa xwe diyar kirine.
Demîtaş got ku hikûmeta AKP’ê dixwaze piştgiriya ku gelê Kurd daye BDP’ê bi zext û zilmê biçewisîne û ragihand ku heya niha zêdirê 6 hezar û 200 hevalên wan girtî ne. Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Di nava vana de 6 parlementer, 27 şaredar û endamên meclîsan, 94 rojnamevan, 34 parêzer û bi sedan zarok û jin hene.”
Parêzera Kampanyaya Aşitiyê li Kurdistanê Margaret Owen jî di civînê de axivî û bal kişand ser ‘terora girtinê’ ya ji aliyê AKP’ê ve li hemberî Kurdan hatiye destpêkirin.

Berxwedana Îmraliyê 

Demîrtaş bal kişand ser zextên hikûmeta AKP’ê û pêkanînên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Ev yek hemû gelê Kurd eleqeder dike. 12 salan li Îmraliyê berxwedanek mezin tê dayîn. Em ne tenê dixwazin tecrîd li ser Ocalan rabe û bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne. Em azadiya Ocalan dixwazin.”
Mijareke din a rojeva civînê Komkujiya Roboskiyê bû. Demîrtaş destnîşan kir ku her çendî 35 roj bi ser bûyera Roboskiyê re derbas bû û got ku di meseleya Roboskiyê de rola hêzên navneteweyî jî heye. Demîrtaş aşkere kir ku hêzên navneteweyî bi awayeke yekser agahiyên sîxûrî ji bo komkujiya Roboskiyê dan û piştî komkujiyê jî li hemberî komkujiyê bê deng bûn.

Durutiya dewletan 

Parlementerê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn durûtiya rojava ya li hemberî Komkujiya Roboskiyê rexne kir û bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê ya li Filîstînê. Parlementerê Îngilîz destnîşan kir ku ew jî piştgirî dide daxuyaniyên Erdogan ên ji bo Filistiyan û ev tişt anî ziman: “Lê gel ev hikûmeta ku gelê xwe li ser sînoran bombebaran dike, bi hezaran siyasetmedaran diavêje girtîgehan ne hikûmeta Erdogan e. Îngilîstan, Franse û DYA çawa li hemberî vê durûtiyê bê deng dimînin? Ev nayê femkirin. Divê nasnameya Kurdan nas bikin.”

‘Îngîlîstan deyndarê Kurdan e’
Demîrtaş bal kişand ser polîtîkayên durû yên welatên Awropa li hemberî pirsgirêka Kurd û ev tişt gotin: “Mixabin, hikûmetên Awropayê ne alîgirên polîtîkayên çareserkirina pirsgirêka Kurdan e. Pirsgirêkê dike pirsgirêka bazirganiyê. Biryara Franse ya li hemberî Roj TV yek ji van polîtîkayan e. Hewldanên DYA’yê yên ji bo bêdengkirina Roj Tv jî mînakeke ji vê polîtîkaya qêrêj e.”
Demîrtaş bi lêv kir ku cihek taybet ê Îngilîstanê di kûrkirina pirsgirêka Kurd de heye û şîrovê xwe wiha domand: “Îngilîstan bi sedan sal deyndarê Kurdan e. divê êdî Îngilistan dest ji hesabê qirêj ber de û ji bo mafê mirovan têbikoşe.”

Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur bal kişand ser pêşketinên li Rojhilat Navîn û destnîşan kir ku Rojavayî hewl didin AKP’ê weke modela demokratîkbûna Rojhilata Navîn bide. Gur destnîşan kir ku îdîayên ku dibêjin hikûmeta AKP’ê reformîst e, derew e.

Y.OZGUR POLİTİKA/LONDON