Li pêş çavên mirovahiyê bi tank û topan, bi çekên giran bajaran hildiweşînin, însanan bi komî dikujin…

Bi marşê mehterê yê bapîrên xwe Osmaniyan, însanên me yên hatine birîndarkirin, bi zindî dişewitînin…

Bedenên miriyên me tazî dikin, êşkence lê dikin, parçe dikin; çi jin û zarok, çi keç û xort…

Ne bi dizî û veşartî; bi aşkereyî dîmenên cesedên şewitî û parçebûyî ji tevahiya cîhanê re teşhîr dikin…

Bi postalên bi xwîna Kurdan sor bûyî, ’hêz û qehremaniya nêviyên Osmaniyan’ nîşanî hemû mirovahiyê didin…

Dîmenên hovîtî û dijînsanetiya xwe li rûyê hemû mirovahiyê dixin… 

Lê mirovahî bêdeng e, qet xwe nalivîne.

Mirovahiya bêşerm û bêhelwest, bi cesedên zarokên Kurd re, rakişandina wijdanê xwe yê li erdê temaşe dike…

Êdî pirr aşkere ye; ku dewleta Tirk a dixwaze hebûn û siberoja xwe li ser tunebûna Kurdan ava bike, şerê xwe yê dawî li dijî Kurdan bi rê ve dibe. 

Mixabin, ew hêz û moralê xwe ji bêdengiya kûr a mirovahiyê digirin.

Çek û piştgiriyê ji serdestên cîhanî yên xwediyê heman ferasetî digirin.

Bila bigirin…

Çi ji destên wan tê, bila bikin; bira hemû feraseta xwe ya dijînsanî, bêwijdanî birijînin…

Ti siberoja vê ferasetê tune ye.

Cizîr û Sûrê bi erdê re bikin yek jî, ti siberoja vê rejîmê tune ye.

Ti siberoja xwediyên vê hovîtiyê tune ye.

Hovîtî qet nabe wek nirxekî hevpar ê mirovahiyê!..

Ev feraseta ku ji Kurdan re mafê jiyanê rewa nabîne, bi her awayî can dikişîne, têkoşîna mayîn û nemanê dide. 

Ji ber vê yekê bi her serkeftineke Kurdan re har û dîn dibin; hişê xwe wenda dikin, derdorê hildiweşînin, hovîtiyeke bêsînor pêk tînin. 

Rêveberên dewleta Tirk wer difikirin ku Kurdan çiqas biêşînin, ew ê ewqas zûtir bigîhijin aramiyê. Yanî aramiya xwe di kuştin û mirina Kurdan de digerin, hişê wan bi kuştin û mirinê ve mijûl e…

Li dijî rastiya mirovahiyê û nirxên mirovî, bi destarê hovîtiyê nirxên mirovahiyê diherînin.

Ew nûnertiya nirxên dijînsanî û mirinê dikin, lê Kurdan bi têkoşîna xwe îspat kirine ku ew îro pêşengiya jiyan û nirxên mirovî dikin.

Yanî feraseta kuştin û mirinê ji hêviya jiyan û azadiyê ditirse…

Ji ber vê yekê har û çavsor in…

Ji ber vê yekê; mirî û birîndarên me dişewitînin, cesedên wan parçe parçe dikin û dîmenên hovîtiya xwe dixin çavên mirovahiya hevdem…

Çi ji destê wan tê, bila bikin; bi her kiryarê xwe wenda dikin.

Çi ji destê wan tê, bila bikin; êdî nema dikanin hêviya azadiyê ya ku Kurdan bi têkoşîneke bêhempa xistiye hişê hemû xelkên ku ji azadiyê bêpar in û êşê dikişînin, bifetisînin.

Çi ji destê wan tê, bila bikin; nikanin emrê rejîma xwe ya ji nirxên mirovî bêpar e, dirêjitir bikin û ew ê mîna bav û bapîrên xwe yên Osmanî teqez wenda bikin.

Dem êdî dema Kurdan e!..

Ew bi şewitandina însanên me re, emrê xwe û siberoja xwe wenda dikin; Kurd ji nava xweliya bedenên zarokên xwe yên şewitî, hêviya jiyanê bilindtir dikin.

Rewş pirr bi mij be jî bihar tê, bihara Kurdan…

Ev bihara ku pê ev mija mirin, koas û aloziyê wê belav bibe û li Kurdistanê rengên jiyanê wê hên zelaltir xwe bidin der.

Qêrîn û hawara jin û zarokên me ya ku ji jêrzemînên Cizîrê û Sûrê digîhije asîmanan, me dihejîne…

Bêhna bedenên şewitî yên ciwanên me, li rûyê me giştan dixe, me ji însanetiya me dide fedîkirin û hişyar dike…

Baweriya bêşik a şehîdên me ya bi azadiyê re, me ji serkeftinê re mecbûr dihêle.

Ne tenê ji bo xwe, ji bo xelkan giştan, ji bo zindîkirin û bilindkirina nirxên mirovahiyê, Kurd mecbûrî serkeftinê ne... 

Kurdistan neçarî serkeftinê ye!..

Dîrok û mirovahî şahid e; ev car dora Kurdan û Kurdistanê ye!..