Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman di dema serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê de daxuyanî da PNA’yê û diyar kir ku ger Îran û Tirkiye pêşniyarên Herêma Kurdistanê qebûl bikin, wê pirsgirêkên sînoran çareser bibin.
Osman diyar kir k udu nêrînên Herêma Kurdistanê yên der barê pirsgirêkê de hene û got; “Ya yekem; Ev pirsgirêk siyasî ye, tu eleqeya xwe bi terorê re tune ye. Pirsgirêk pirsgirêka navxweyî ya Tirkiye û Îranê ye. Divê pirsgirêkê qebûl bikin. Ji ber li Tirkiyeyê mafê 25 milyon Kurdan nayê dayîn ev yek şaş e. Lê bila baş were zanîn ku PKK ne pirsgirêk e, encama vê pirsgirêkê ye.”
Mehmûd Osman ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwaze pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi riyên siyasî û diyalogê çareser bibe, ji berk u 25 sal in şer heye û tu encam nehatiye bidestxistin. Osman der barê nêrîna duwemîn a Herêma Kurdistanê de got; “Ya ez dibînim Tirkiye dixwaze kurdan bi kurdan bide şkandin. Ango dixwazin di nava kurdan de şer çê bibe. Lê hemû aliyên kurdan û Serokê Herêmê jî bi tu awayî vê yekê qebûl nakin.”
Barzanî jî duh di hevdîtinên xwe yên li Tirkiyeyê de bersiv neda daxwazên Tirkiyeyê yên bi vî awayî. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan Karayilan gotibû “Tu demê şer di navbera pêşmerge û gêrîlayan de çênabe.” Karayilan got: “Ew bingeh nemaye ku carek din Kurd li dijî hev şer bikin. Di wê derbarê de baweriya min bi siyasetmedarên Kurd û sozên wan heye.”

Serdana Barzanî...
Osman dubare kir ku ger Tirkiye pêşniyarên ji bo çareseriyê yên Herêma Kurdistanê qebûl bike, wê pirsa Kurd çareser bibe û wiha domand; “Ger dewleta Tirk vê pêşniyar qebûl neke û di siyaseta xwe de israr bike, ez di wê baweriyê de me ku wê pirsgirêk weke xwe bidome û wê hevdîtinên Serokê Herêmê bê encam bimînin.”
Osman der barê îdîayên ku dibêjin Herêma Kurdistanê li hemberî PKK’ê alîkarî dide Tirkiyeyê de jî got; “Rast e, alîkariyên siyasî û dîplomasî hene. Lê di warê leşkerî de bi tu awayî û tu carê alîkarî nayê dayîn.”

'Divê zagonên Tirkiyê werin guhertin'
Osman destnîşan kir ku tê îdîakirin ku Tirkiye dixwaze pirsgirêkê çareser bike, lê PKK dibe asteng û got; “Lê min heta niha tu planên çareserkirina pirsgirêka kurd ên Tirkiyeyê nedîtiye. Tenê ev tê gotin, lê di pratîkê de tiştek tune. Ger ji dil bin, bila di makezagonên de guhertin pêk bînin û zagona li Tirkiyeyê her kesê tirk dihesibînin, bila biguherînin. Tiştên ku Tirkiye dike û dibêje ji hev nagirtin. Bi vê yekê tu tiştek nayê çareserkirin.”

'Başûr di navberê de maye'

Osman der barê nêzîkatiya rêveberiya Bexdayê ya li hemberî pirsgirêkê de jî got; “Nêzîkatiya hikûmeta Malikî bi temamî negatîf e. Malikî û hikûmeta xwe êrişên derve û hindûr ên Tirkiyeyê yên li ser PKK’ê mafdar dibîne. Haşimî di hevdîtinên xwe yên di serdanên li Tirkiyeyê pêk anî de, dabû diyarkirin ku ew piştgirî didin êrişên Tirkiye yên li ser PKK’ê. Bi kurtî, DYE û Bexda piştgirî didin Tirkiyeyê, Herêma Kurdistanê jî di navbera wan de maye.” 

ANF/HEWLÊR




Barzanî: Ez ji bo aştiyê li Tirkiyeyê me

Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ku li ser vexwandina rayedarên dewletê hate Tirkiyeyê bi Hevserokên BDP û KCD'ê re hate ba hev. Barzanî di hevdîtinê de got ku ew ji bo aştiyê hatiye Tirkiyeyê û dê hewldanê xwe bidomîne.  Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî ku ji bo serdana 2 rojan hate Tirkiyeyê û duh bi Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu re hevdîtin pêk anî îro jî dê bi Serokokar Abudllah Gul û Serokwezîr Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Barzanî beriya van hevdîtina bi Hevserokên BDP û KCD'ê re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin li Otela Çiraganê pêk hat û saet di 09.00'an de dest pê kir û saetek û nîv berdewam kir. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk beşdarî hevdîtinê bûn.
Li goriyê agahiyên ku DÎHA'yê bi dest xistiye di hevdîtinê de pêşketinên siyasî û pirsgirêkên herêmê hatin rojevê. Di hevdîtina ku bi esasî pêşketinên girêdayî pirsgirêka kurd hatin nîqaşkirin de fikarên ji ber şer û pevçûnên ku her diçe zêde dibe hatin parvekirin. Heyeta BDP'ê û KCD'ê ji bu ev pirsgirêk bi riyên aştiya bê çareserkirin xwestin Barzanî bikeve nava helwdanan û hate hînbûn ku Barzanî jî peyama "Ji bo lêgerîna aştiyê, ji bo ku pevçûn zêde nebin ez li Tirkiyeyê me. Ev hewldanên min dê zêde bibin û bidomin. Di pirsgirêka kurd de tekane riya çareseriyê diyalog û aştî ye. Baweriya min ev e" da heyeta BDP û KCD'ê.