Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan diyar kir ku rejîma Îranê divê zanibe ku gelê Kurd alîgirê çareseriya siyasî ye û got, “Eger vê qebûl neke, divê zanibe ku gelê Kurd bê çare û bê bername nîne. Ji çalakiyan heta grevên birçîbûnê di mijara xweparastinê de wê serî li her rê û rêbazê bide. Em jî heta dawiyê bi daxwazên gelê xwe re ne.”

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan, serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê ya piştî kuştina du kolberên Kurd demokratîk, rewa û mafdar nirxand û got, ji bo di dema pêş de komkujiyên bi vî rengî rû nedin, divê çalakiyên wiha dewam bikin.


Ev teqîneke civakî, bangek e

Fûad Bêrîtan anî ziman ku meseleya kolberiyê encameke polîtîkayên rejîma Îranê ye û got, “Lidervehiştina Rojhilat ji aboriyê, pirsgirêka Kurd, polîtîkayên mîlîtarîzekirinê û zext û zordariya tê kirin, bûn sedem ku kolberî li Rojhilat zêde bibe. Pirsgirêkeke siyasî, aborî û civakî ye. Ev refleksa demokratîk û rewa ya li Rojhilat derkete holê, pêwîst e weke ku civak êdî vê rewşê qebûl nake, bê nirxandin. Ev yek teqîneke civakî ye li dijî rejîma Îranê. Ev bangek e. Divê her kes guh bide vê banvê. Ev meseleyeke siyasî ye. Bêdengiya rejîma Îranê helwesteke siyasî ye. Di vî warî de divê mirov balê bikişîne ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî. Ev bêdengî tê wateya hevkariyê û di heman demê de cesaretê dide rejîma Îranê.”


Berê tivinga min li te ye

Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan bi bîr xist, ku gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn xwedî îdeolojiyekê ye û bi modela xwe re pêşengiyê ji guhertinê re dike û got, “Rejîma Îranê mîna gelek polîtîkayên xwe, bi polîtîkaya kuştina kolberan hewl dide çavê gelê Kurd ê xizan bitirsîne. Hewl dide mesaja ‘berê tivinga min timî li te ye’ bide. Belê, pirsgirêka kolberiyê ji berê ve heye, lê belê piştî ku têkoşîna azadiyê û berxwedana gelê me ya li parçeyên din gihîşte astekê, rejîma Îranê zexta xwe ya li ser kolberan girantir kir.

Rejîma Îranê li her derê hêzên eskerî bi cih kirine, meydana jiyanê ya gel dagir kiriye û hewl dide bêhnê li civakê biçikîne. Cihên çandiniyê û bazara gel dagir kiriye. Ev encama tirsekê ye. Lewma wê kêm be ku mirov polîtîkaya li dijî kolberan tenê ji aliyê aborî ve binirxînin. Di bingeha vê de siyaseta Îrane heye û ev siyaset jî siyaseta tinekirina gelê Kurd e.”


Platformeke çareseriya pirsgirêkan pêwîst e

Bêrîtan ji hêzên siyasî yên gelê Kurd û her kesê dibêje, ew ji bo gelê Kurd têdikoşe, xwest, li ber vê yekê rabe, hevgirtî têbikoşin: “Pêwîst e em li hev bicivin û li ser van biaxivin, rêya çareseriyê bibînin. Lazim e li ser platformeke hevpar em  li ser pirsgirêkên gelê xwe biaxivin. Ti bendewariya gelê me û hêzên me yên siyasî ji dewletê nîne. Lewma divê em bi xwe çareseriya xwe bibînin.”


Em pişt in ji gelê xwe re

Bêrîtan destnîşan kir ku meseleya kolberan çiqasî meseleyeke navxweyî xuya bike jî aliyekî wê heye ku raya giştî ya navneteweyî eleqedar dike û got: “Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bînin û mijarê bixin rojevê. Ji bo Îran van polîtîkayên xwe bi hêsanî nemeşînin, divê zextê lê bikin.”

Ji bo kolberan jî Bêrîtan destnîşan kir, ku yekane rêya parastina ji van êrîşan, birêxistinbûn e û got, “Dikarin tevneke xwe ya rêxistinbûnê ava bikin. Ev yek wê bibe mekanîzmayeke parastinê. Bi vî rengî li hemberî polîtîkayên kuştin, birîndarkirin, êşkence û girtinê dikarin bi mekanîzmayeke rêxistinbûyî tevbigerin û hesab bipirsin.”

Bêrîtan anî ziman, rejîma Îranê divê zanibe gelê Kurd alîgirê çareseriya siyasî ye û got, “Eger vê qebûl neke, divê zanibe ku gelê Kurd bê çare û bê bername nîne. Em jî heta dawiyê bi daxwazên gelê xwe re ne.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN