Êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kursdistanê li seranserê dinyayê bû sedema nerazîbûnan. Tevî xiyaneta ku herî zêde jî Emerîkî diyar e pê aciz in, a Trump li şerê li dijî DAIŞ´ê kirî, li dinyayê Kurd vê carê tenê xuya nakin. Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi 28 welatên xwe yên endam bang li Tirkiyeyê kir ku dev ji êrişa xwe “ya dagirkeriyê” berde. Alîkara Seroka Komîsyona YE´yê Frederîca Mogherini jî got, êrişa Tirkiyeyê tenê bi kêra DAIŞ´ê tê. Lê ne xema Tirkiyeyê ye. Erdogan gef li Ewrûpayê xwarin û got ez ê penaberan bi ser we de berdim.
Piştî ku êrişên qirkirinê li dijî Kurdan li dijî Rojava pêr dest pê kirin, 28 endamên Yekîtiya Ewrûpayê bi lezgînî civiyan û wan daxuyaniyeke hevpar da: “YE bang li Tirkiyeyê dike da ku operasyona leşkerî ya yekalî ya li Sûriyeyê bi dawî bike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Tirkiye qala ‘herêma ewle’ dike ya ku ji bo penaber lê vegerin, lê wisa xuya ye ku ev daxwaz krîterên navneteweyî pêk nayîne. Li cihê ku mafên gel hatine binpêkirin ji bo îstîqrar û bipêşveçûnê wê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariyê nede.”
Tirkiye ji DAIŞ’ê re dişixule
Parlamena Ewrûpayê ji bo nirxandina êrişên qirkirinê bi rengekî awarte civiya. Alîkara Seroka Komîsyona YE´yê Frederîca Mogherînî li civînê got, êriş wê bi kêrî DAIŞ’ê bên.
Mogherînî got, êrişa Tirkan dibe ku rewşa dramatîk a li Sûriyê dramatîktir bike: “Destwerdaneke welê ye ku bandorên wê yên neyînî wê ne tenê însanî bin, dibe ku xwedî bandorên neyînî yên polîtîk û stratejîk bin.” Bi vê jî îşaret bi xurtkirina DAIŞ´ê kir ku wê bibe tehlûke li Ewrûpa û dinyayê hemûyî. Mogherini wekî din got, ew ê guhertina demografîk a li herêmê qebûl nekin.
Fînlandiya zû xwe
ji hevkariya Tirkiyê kişand
Fînlandîya ya ku beriya bi sê hefteyan destûr dabû ku balefirên bêmirov bifiroşe Tirkiyeyê, piştî êrişên dagirker ên Tirkiyeyê, diyar kir ku êdî ew ê çekan nefiroşe Tirkiyeyê.
Wezîrê Parastinê yê Fînlandîyayê Antti Kaikkonen li ser twitterê got, “Rewş giran e. Derbarê qada di bin berpirsyariya min de ez dikarim, bibêjim ku Fînlandîya wê alav û amûrên parastinê nefiroşe welatên şer lê hene û mafên mirovan li wan tên binpêkirin.”
Yekîtiya Ereb dicive
Gelek dewletên Ereb yên weke Misr, Erebistana Siûdî û Urdinê bi awayekî eşkere dewleta Tirk rûreş kirin. Li ser banga Misrê jî Yekîtiya Ereb biryar da ku Şemiyê bi lezgînî kom bibe.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereb Hûsam Zekî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Bi daxwaza Misrê wê Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ereb di 12’ê Cotmehê de ji bo nirxandina êrîşa Tirk a li dijî xaka Sûriyeyê li Qahîreyê kom bibin.”
Zekî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û nayê qebûlkirin.
Îranê jî li xwe qewimand
Îranê bang li dewleta Tirk kir ku êrişên xwe yên li xaka Sûriyeyê tavilê rawestîne û yekîneyên xwe vekişîne.
Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ‘fikarên’ xwe yên der barê encamên êrişa Tirk ên li qada însanî de” anî ziman û got, “Divê êriş tavilê rawestin û artêşa Tirk yekîneyên xwe yên li xaka Sûriyeyê tavilê vekişîne.“