Kurd nebana hîç nedihat
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dagirkeriya dewleta Tirk li ser erdê Başûrê Kurdistanê sûcdar dît; PKK! Sefîn Dizeyî do di daxuyaniya çapemeniyê de got:”Eger hêzên PKK’ê li van herêmên ser sînor nebaya wê artêşa Tirk jî nehatiba.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kuridtanê Sefîn Dizeyî li salona Hotel Rotana ya bajarê Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de Dizeyî behsa dagirkeriya Tirk a li herêma Biradost kir û got, “Ji salên 1980’yî ve ku PKK hatiye Başûrê Kurdistanê heta niha Tirkiye gelek caran ketiye Başûr û şer rû daye. Ji ber vê sedemê 300 gund vala bûne û nehatine avakirin”
PKK nebaya Tirk wê nehatana!
Dizeyî îdîa kir ku sedema hatina Tirkiyeyê ew e ku li neyarê xwe bide û wiha peyivî: “Heger hêzên PKK’ê li van herêmên ser sînor nebana wê artêşa Tirk jî nehatiba. Ji ber vê em hêvîdar in ku hêzên PKK’ê wan herêman terk bikin.”
Heq didin dagirkerên xwe
Ev ne cara yekem e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî hincet ji dagirkeriya Tirk re dibînin û heq didin dagirkirina Başûrê Kurdistanê. Niha artêşa Tirk 26 kîlometre sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye. Artêşa Tirk ne tenê baregeh çêkirine, niha bi serbestî dikeve nava gundan û herêmên sivîl, jiyana welatiyan felc dike. Her wiha bandoreke zehf neerênî li ser aboriya herêmê û ewlekariya welatiyan dike. HEWLÊR