Kurdên li bajarê Karasnadarê yê Rûsyayê di 1’ê sibata 2012 de, 4’emîn konferansa xwe li dar xistin û di konferanê se biryarên girîng hatin dayîn. Di konferansa bi navê Konferansa Otomaya Gelê Kurd a Herêma Kransdarê “Medyayê”, de 60 delege ji bajar û navçeyên derdorê beşdar bûn.
Konferans bi rêzgirtina kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û piştre peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hate xwendin û KCK’ê di peyama xwe de konferansa Kurdan silav kir.KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser nazikiya pêvajoyê û berxwedan tekoşîna Kurdên li Federasyona Rûsyayê ya li hemberî zextên li ser Kurdan û tecrîda li ser Ocalan silav kir.
Piştre jî xebata rêveberiya Kurdan li herêma Krasnadarê hate xwendin. Rapor ji aliyê Işxan Ankosî ve hate xwendin û xebatên salên dawiyê yên Kurdan li vê herêmê hatin nirxandin. Di konferansê de bi taybet bişaftina li hemberî zimanê Kurdî, zext û êrişên li Kurdistnaê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin.
Di konferansê de de rêveberiya nû ya ji 17 kesan pêk tê hate hilbijartin hat hilbijartin û piştî hilbijartinê konferans bi dawî bû.
Biryarên Konferansê
Di konferansê de ev biryar hatin wergitin:
- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Otonomi ya “Medya” tekoşineke xurt bide meşandin.
- Ji bo zimanê dayîkê neyê jibîrkirin di nava civakê de mamosteyên ziman bêne amadekirin û perweda ziman bê dayin.
- Ji bo pêşxistina çand û hûnera Kurdî, xebat bê meşandin
- Li hemberî hember zewaca di temenê biçûk deû derxistina zaroka ji dibistane di nava civakê de tekoşîn be kirin.
- Ji bo zêdekirna endamtiya Otonomi ye xebat be meşandin.
DEVÎDA ARÎN - ANF/KRASNADAR