Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç derbarê êrişên DAIŞ, guhertinên li herêmê û yekîtiya Kurdan ji ANFê re axivî. Koç got: “Êrişên çeteyan li Başûr û Rojava zêde bûne. Komên çete niha li ser her du parçeyan sekiniye. Hewl didin piştî Rojava Başûr bê îstîkrar bikin. Lê piştî Rojava divê tedbîrên li hemberî vir bihata girtin, bi êrîşan re derket holê ku di pergala parastinê de çiqas pirsgirêkên mezin hene. Jiber ku bi salan bû li Başûr siyaset li ser bazirganiyê bi teşe bû. Ev bûyerên girîng pêk bîne jî, hat dîtin ku xetereyeke wek DAIŞ’ê derkeve dê hemû qezenc bikevin xetereyê. Piştî êrîşa DAIŞ’ê desthilatdariya Başûr xwe li ber çavan derbas kiriye. Xetere û tehdîd didomin.”

Başûr rastiyan dît

Li ser pirsa êrişên DAIŞê kîjan rastiyan derxist holê Koç wiha pê de çû: “Başûrê Kurdistanê di 2003’an de bi federasyonê re gihişt statuyê. Lê welatên cîran ji vê nerehet bûn. Dewleta tirk ji ber ku pêşî li vê statuyê nekarî bigirta, bi riya bazirganiyê ket nava lêgerînê. Li gelek cihên welat pevçûn didomin. Kerkuk, Maxmur, Şex Sadik, Celawla, Xaneqîn, Tuzhurmatu, Zumar, sînorê Rojava û Başûr di bin xetereyê de ye.”
 
Înkara bi rêbazên nû

Derbarê pêvajoya çareseriyê ya li bakur jî Nilufer Koç ev nirxandin kirin: “Îtîfaqa bi destê dewleta tirk hat pêş xistin, hem bi Ereban re û hem jî bi hêzên navneteweyî re bû pirsgirêkeke ku navbera desthilatdariya Başûrê Kurdistanê xera dike. Dewleta tirk dixwest ji vê kaosa herêmê an jî ji vê valahiya siyasî bo xwe parê derbixe. Lê dewleta tirk bi siyaseta xwe ya ku îstîkrara heyî kurtir kir, re berovajî siyaseta Rojhilata Navîn a  hêzên  navneteweyî bû. AKP’ê Hewlêr û Bexda anî rû hev, têkiliyên DYA û YE’yê jî da zorê..”


 Di pratîkê de yekîtî heye
Hevseroka KNK´ê Nilufer Koç derbarê Kongreya Neteweyî de jî anî ziman ku êdî ferz e, kongre bicive û got: “Xebata 4 mehan a sala borî hat meşandin, hemû partî bi rastiya wan re anî rû hev. Vê xebatê di raya giştî de morelek mezin ava kir. Vê di heman demê de bendewariyek jî derxist holê. Vê bendewariyê li ser siyaseta Kurd jî bandorek mezin kir. Piştî êrîşên DAIŞ’ê ev daxwaz zêdetir bû. Bi taybet jî derket holê ku bi tena serê xwe parstin ne cih de ye û tê xwestin ku divê lezgîn ev bê kirin. Divê stratejiyeke parastinê a hevpar bê avakirin. Çavê hemû cîhanê li Kurdistanê ye. Bi Kongreyeke neteweyî encamên ku tên bidestxistin dê gelek girîng bin. Ji ber vê divê lezgîn ev kongre pêk bê. Derfetên mezin destê me dene.”

Serdema dîplomasiya zêrîn e

Koç bal kişand ser berxwedana li Rojava û anî ziman ku bi hevkirina Duhokê re zemînek diyalogê ava bû ye. Koç got: “Ji ser Rojava tevgere pêşketineke erêniye. PKK’ê ev ji nûve teşwîq kir, Birêz Mesut Barzanî ev pirsyarî dîsa girt ser xwe û YNK’ê û partiyên din piştgirî dan vê. Niha diyalog hene. Ji bo şaşiyê sala borî dubare nebin hevdîtin hene. Di esasê de xebatên derbarê yekitiya neteweyî de qet nesekinî. Di alî siyasî û dîplomasiyê de Kurdistan serdema xwe ya zêrîn dijî. Di qada siyasetê de guherîneke radîkal mijara gotinê ye. Kesê ku heta îro Kurd wek tehdîd didîtin, îro dibêjin YPG, YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê serkeftin bidest xistiye. Yekitiya Gerîlayan û Pêşmregeyan yekitiya Kurdan rehettir dike. YPG’ê berxwedan da destpêkirin û peşmerge jî tevil bû. Bi gel re bawerî çêbû. Gel niha xwe di bin parastinê de dibînin. Ger ku di qada leşkerî de yekbûnî pêkanbe, bê guman di siyasetê de jî ev pêkane. Evê bandorê li siyasetê jî bike û partiyên siyasî jî dide zorê. Kurd niha serdema xwe ya zêrîn dijîn.”

ANF/BRUKSEL