Rojnameya The Guardian bi mohra Martin Chulov li binê, dosya nûçeyeke berfireh li ser rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê weşand.

Chulov dibêje, "referandûma serxwebûnê a ku qaşo diviyabû Kurdan xurt bike, bi veşkişînekê bi dawî bû ku tesîra Îranê têde kilît bû."

Chulov vekişîna hêzên pêşmerge bi gotinên "teslîmbûneke neasayî" bi nav dike îdîa dike ku vê yekê ne ku tenê daxwaz û xewnên Kurdan herî kêm ji bo nifçekî bi paş ve xist, lê belê di heman demê de wê şerekî ji bo hêzê jî ji bo erdema piştî DAIŞ´ê li Iraqê da destpêkirin.

Di meqaleya xwe de Chulov îşaret bi dewra Îranê û Qasim Silêmanî di bûyerên vê dawiyê û şikestina li Kerkûkê de dike, û dibêje, ew mejiyê plankirina vê teslîmiyetê bûn, hîna beriya ku yek gule bê teqandin jî. Nivîskar îşaret bi fikra Heşdî Şabî dike ku beriya referandûmê jî eşkere digotin, em ê Kerkûkê ji Kurdan re nehêlin, "Ew navenda aboriya Iraqê ye, nabe ku di destê Barzanî de bimîne". 

Chulov bi bîr dixe ku DYE´yê bi israr li ber referandûmê rabûye, nexasim jî ji ber ketina ber referandûmê ya Kerkûkê ew aciz kiriye û wiha dewam kir: "Washingtonê xwe da alî, hefteya bihurî ya şerî, heta dema ku hêzên ser bi (Qasim) Suleymanî serkêşiya êrîşan jî kir".

Nivîskar îşaret bi dîplomasiya dekûdolaban a Qasim Suleymanî dike, hevdîtina li Dikanê, ya li Xurmato bi bîr dixe û dibêje, Bafel Talabanî îna bihurî referandûm weke "şaşiyeke heyatî" bi nav kiriye û lihevkirina xwe ya bi Ebadî re weke lihevhatineke bi rûmet bi nav kiriye.

Gotar bi gotinên milîsekî Heşdî Şabî bi dawî dibe ku hem gefxwarin û hem jî hişyariyek in: “Ev bû dersa herî jandar a ew (Kurd) pê re rû bi rû man. Bila ew li ser vê û dîrokê bihizirin. Kerkûk wê ti carî nebe Kurd.” 


NAVENDA NÛÇEYAN