Li derveyî welat Kurd û dostên gelê Kurd li dij tecrîd, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê, tevkujiya Pirsûsê di çalakiyan de ne.
Komên Anarşîst ên Swîsreyî bi meşekê komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin. Komên Anarşîst ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê ve meşiyan û li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li bajarê Swîsre Bernê, bi pêşengiya rêxistinên anarşît, gelek Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî meşiyan û komkujiya li Pirsûsê lanet kirin. Gelek kesên li Reîtschûle cihê xebatê yê komên Anarşîst civiyan, ber bi Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê ve meşiyan.
Di meşê de pankartên bi zimanê Elmanî yên bi nivîsa „Terorîst Tirkiye“, „Bijî Şoreşa me ya Rojava“ û dowîzên ji wêneyên ciwanên SGDF’yî yên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di daxuyaniya li ser navê komên Anarşîst de hat ragihandin ku komkujî bi desteka AKP’ê hatiye kirin û hat destnîşankirin ku destak komên Anarşîst ên li tevahiya cîhanê ji bo Şoreşa Rojava wê dewam bike. Hevserokê Partiya Ji nû ve Rizgariyê ya Sosyalîst Tûncay Yilmaz jî li cihê daxuyanî hat dayîn axivî û komkujiya li Pirsûsê şermezar kir.
Li Marsîlya û Madrîdê protesto
Li bajarê Fransa Marsîlya û paytexta Spanya Madrîdê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi girseyî hatin protestokirin.
Çalakiya li bajarê Fransa Marsîlya bi tevlîbûna xurt a jinan û komên Fransayê, li meydana La Canebîere destpê kir. Piştî meşa du saetan Kurdistanî gihaştin semta Pardo ku Konsolosxaneya Tirk lê ye û dirûşmên „PKK gel e gel li vir e“, „Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan“ û „Bijî Serok Apo“ qîriyan.
Di çalakiyê de li ser tecrîdê û êrîşên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) Mûrat Ceylan peyivî. Ceylan got, „Di serî de gelê me yê li Marsîlyayê dijî, divê tevahiya gelê me yê li Ewropayê rabe serpiyan û xwedî li Rêberê xwe û Rojava derkeve.“
Li Marsîlyayê ji îro û pê ve wê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan hin rêze çalakî bên lidarxistin. Jin wê li meydana Vîeûx Portê tecrîdê û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vekirina standa agahdarkirinê şermezar bikin. Roja Şemiyê jî jin wê bi meşeke girseyî saet di 18:00 de çalakiya xwe bi dawî bikin.
Li paytexta Spanya Madrîdê li ser banga Komîteya Piştgiriya Gelê Kurd û Rojava, komkujiya li Pirsûsê û bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, hatin şermezarkirin.
Partiyên Podemos û Îsqûera Ûnîd jî di nav de 17 rêxistinan destek dan mîtîngê.
Mîtîng tevî qedexeyê jî pên êvarî saet di 20:00 de li Plasa Provîensîa li ber Wezareta Karên Derve ya Spanyayê pêk hat û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku li ser mijarê belavok hat xwendin de hat ragihandin ku bêdengiya hikûmeta Spanyayê li pêşberî rewşê, ji ber têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re ye.
Ji bo Kobanê seferberî
Dostên gelê Kurd, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê li ser înternetê dest bi kampanyayeke mezin a alîkariyê kirin. Rayedarên kampanyayê dan xuyakirin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ew dixwazin li tevahiya cîhanê alîkariya madî kom bikin û eger kampanya bi ser bikeve ew ê du projeyên cuda bixin meriyetê.
Rayedarên malpera înternetê ya bi navê ‘Firefund’ a kampanyayê dimeşîne diyar kirin ew bi malpera fermî ya komîteya ji nû ve avakirina Kobanê
www.helpKobanê.com re dixebitin.
Kampanya bi karta kredî re di ser malpera https://www.firefund.net tê meşandin. Di malperê de ji vê beşê https://www.firefund.net/#payment-modal alîkarî dikare were dayîn. Armanca vê projeyê ew e ku di nava 30 rojan de 130 hezar dolar werin komkirin. Eger ev armanc were bi ser xistin wê projeyên nû jî bikevin dewrê. Agahiyên berfireh ji van malperan dikarin bên peydakirin: info@helpKobanê.com,
https://www.firefund.net
Li îstasyona Den Haagê çalakî
Kurdistaniyên polîtîkayên şer ên dewleta Tirk şermezar dikin, li bajarê Den Haag ê Hollanda îstasyona navendî dagir kirin. Çalakvanên pankarta dijberiya şer vekirin, dirûşma, “Terorîst Tirkiye” gotin.
Girseyê bi dowîzên di destên xwe de bi qasî 20 deqeyan li îstasyonê çalakî li dar xistin.
NAVENA NÛÇEYAN