Li tevahiya cîhanê îro roj mijara Îslama siyasî û terora ku bi navê Îslamê tê kirin, bûye mijareke sereke û cihê axaftin, şîrovekirin û pirsê. Bi vê mijarê re pirsên mîna koçberî û nûjînkirina Îslamê jî tên rojevê. Gelo ola Îslamê û bawermendên wê çawa dikarin werin reformkirin û ji nava wan hizra tûndrew bête derxistin, an jî bi kêmanî mîna Cihûtî û Xirîstantiyê, bête bêalîkirin?
Li welatên Ewrûpa, bi taybetî Elmanyayê, Îslam û rewşa Mislimanan mijara rojane ye. Di çapemeniyê û saziyên mediyayê de, her weha di siyaseta dewletê de, li ser Îslam û Misilmanan tê axaftin. Elmanyaya ku îro zêdeyî 6,5 milyon Misilmanî vedihewîne, heta niha di warê întegrekirina van kesan de tu karê ber bi çav nekiriye. Piştî êrişên 2001´ê li dijî DYE´yê, ku li Elmanya hatin pîlankirin, Berlînê xwest nûnerayetiyekê ku ji hemû Misilmanan pêk tê, ava bike. Ev nûnerayetî bi navê "Islamkonferenz" niha heye. Ew di destê rêxistinên Îslama siyasî yên nêzî Tirkiy û Erebistana Suûdiyê de ne. Li şûna ku ev rêxistin, yên ku tenê % 10 ji Misilmanan temsîl dikin, hizreke toleransê û qebûlkirina kesên din di nava civakên Misilman de belav bikin, ew hizreke tundraw belav dikin, civakê radîkalîze dikin û hewl didin xwe mîna muxateb û nûnerên tevahiya Misilmanan nîşan bidin û alîkariya diravî ji dewletê werbigirin.
Ev rêxsitinên mîna DITIB, Mili Görüş û ZMD, ku girêdayî AKPê û selefîzma Ereban in, niha hewl didin sûdê ji tevliheviya siyaseta dewleta Elman û nepeydabûna konsepta întegirkirina Misilmanan bibînin. Bi taybetî piştî hatina nêzîkî 1,5 milyon koçberên Misilman/Ereb, ev rêxistin niha dixwazin bi fermî ji aliyê dewletê ve wek muxateb û berpirsyarên tevahiya civakên Misilman werin qebûlkirin û cîhana xwe ya taybet ava bikin. Bi alîkariya dewletê dibistan, baxçeyên zarokan, bank û saziyên li gorî şerîetê saz bikin. Bi gotineke din, dewletekê di hundurê dewletê de ava bikin. Dewleta Elman ya ku di çend salan de 2000 şervanên DAIŞ´ê û 10.000 Selefî/Faşîst hilbirandin, dixwaze barê întegrekirin û nûjenkirina civaka Mislimanan yên ku her sal zêdetir dibin û radîkaltir didin, ji hustuyê xwe derxe û bixe hustiyê van rêxistinên Îslama siyasî. Jixwe ew bi vê yekê rewşê xerabtir û aloztir dike.
Civaka Kurd li Elmanyayê niha zêdetirî 1,5 milyonî ye. Ew civakeke herî modern û xwedî tolerans e. Ew hizra tûndraw red dike û li dijî Îslama siyasî ye. Kurd li dijî terora DAIŞ, El Nûsra û AKP ya bi navê Îslamê, şer û tekoşîneke mirovayetiyê dikin. Kurd li Rojhilata Navîn civaka Misilman a herî bi tolerans in. Ew mafên jinê diparêzin. Hebûna hindikahiyên neteweyî û dînî diparêzin. Bi taybetî PKK îro roj serkêşiya eniya nûjenî û mirovayetiyê li dijî tarî û terorê dike. PKK li Rojhilata Navîn jin kiriye pêşeng û hebûna hindikahiyên neteweyî û dînî bi fedekarî diparêze. Ew li dijî DAIŞê hêza herî xurt e. Ew li dijî teror û hizra tûndraw/faşîst a ku bi navê ola Îslamê tê meşandin, hêza herî berz e. Ev yek li ser rûyê erdê di warê praktîkê û her weha di warê teorîk de jî isbat bûye. Îro gelê Kurd di şexsê PKK´ê de serkêşiya nûjenkirin û xwedîtoleranskirina Îslamê li tevahiya cîhanê dike.
Li Elmanyayê ku 1,5 milyon Kurd lê hene, mafê kesekî nîne rêxistinên Îslama siyasî yên girêdayî hêz û rejîmên totalîter ên mîna AKP, Erebistana Suûdiyê û Qeterê li ser civaka Kurd ferz bike. Kurd nûnerayetiya van rêxistinan li ser xwe qebûl nakin. Loma divê çawa ku Kurd li herema Rojhilata Navîn serkêşiya Îslama tolerans û mirovhez dikin, li Elmanya jî bi vê rolê rabin. Divê tevgera Îslamî ya welatparêz bi hemû kadroyên xwe bi rola nûjenkirin û reformkirina Îslamê li Elmanya rabe û derfetê nede ku rêxistinên Îslama siyasî yên girêdayî AKP´ê û welatên Ereban ên totalîterli ser navê Misilmanan siyasetê bikin, û Kurdan û tevgera wan bêbandor bihêlin.
Îro roj çawa ku tevgera Kurd serkêşiya nûjenî û toleransê dike, çawa ku mafê jinê diparêze, çawa ku şerê terora DAIŞ´ê dike, çawa ku Êzdî û Xirstiyanan diparêze, divê ew li derve jî bi vê rolê rabe. Divê Kurd û bi taybetî tevgera Îslamî ya welatparêz konsepteke giştî ya nûjenkirin û reformkirina Îslamê li derve deynin. Divê ji bo vî karî bi dehan civîn û konferans werin lidarxsitin. Kar û barê 1,5 milyon Kurdên li Elmanya divê tenê bi rêya rêxsitinên Kurdan were kirin û derfet ji bo rêxistinên din ên ku hebûn û mafên Kurdan inkar dikin, neyê dayin ku li ser navê gelê Kurd siyaset û bazarê bikin.
Divê tevgera Îslamî ya Kurd li derve di zûtrîn demê de konsepta xwe ya pêşkêşkirina Îslameke nûjen û reformkirî diyar bike. Divê ev konsept ji bo dewletê, partî û rêxsitinên civaka sivîl wek alternatîva rêxistinên Îslama siyasî li vir, were pêşkêşkirin. Ev kar niha gelekî girîng û pêwîst e û dikare bi alîkariya oldarên Kurdistanê û saziyên li Bakur û Rojava jî were berfirehkirin û destekkirin…