Dagirkeriya Naziyan di 25’ê Nîsana 1945’an de hatibû qedandin. 25’ê Nîsanê ku roja betlaneyê ye, li Îtalyayê her sal weke salvegera rizgariya Îtalya, cejn azadiyê yan jî salvegera berxwedanê tê pîrozkirin.
Îsal li Mîlano zêdeyî 50 hezar kes meşiyan. Di çalakiyê de dîwarê faşîzmê yê ji makêtê hat çêkirin, hat hilweşandin û çalakiyê bi vî rengî destpê kir. Korteja ji Kurdan li refên pêş bi pankarta bi nivîsa” Li ber xwe bide Terolar” cih girt. Di meşê de pankartên li ser berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê hatin vekirin. Tevî hildana ala PKK’ê dirûşmên bi zimanê Îtalî yên “Bijî Kurdistan, Bijî Ocalan” hatin qîrîn.Li meydana Kolezyûm a paytext Romayê, bi hezaran Kurd û Îtalî li hev civiyan. ‘Meşa Azadiyê’ ya îsal diyarî berxwedêrên azadiyê yên li Kurdistanê hat kirin.
Di meşê de mesaja “Ji Îtalyayê heta Kurdistanê berxwedana li dijî faşîzmê dewam dike, wê dewam bike” hat dayîn. Meşa li meydana Kolezyûmê destpê kir, heta komeleya Kurd a Araratê dewam kir.
Li bajarê Parma jî bi heman armancê bi hezaran kes daketin kolanan Di çalakiya li vir de jî Kurdan bi xurtî cih girtin û êrîşên dewleat Tirk û çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.
Li bajarê Îtalya Torîno, bi wesîleya salvegera bidawîkirina dagirkeriya Nazî, pîrozbahî hat lidearxisitn. Di 25‘ê Nîsanê roja rizgariya ji faşîzmê de, Kurdistanî û Îtaliyan meşiyan û jinên di şer de jiyana xwe ji dest dan, li cihê lê şer kirine hatin bîranîn.
Di axaftinên li pirozbahiyê de berxwedana Bakurê Kurdistanê ya li hember faşîzma AKP/Qesrê jî hat silavkirin. 25’ê Nîsanê 1945’an de Îtalya ji faşîzma Naziya hatibû rizgarkirin.
ROMA