Ax xwezila tiştên li ser zimên di dil, mejî û giyanê de jî heba, ango em bi dil û giyana xwe ve jî wisa bana! Dema roja zimanê zikmakî tê, yan jî di civatekê de behsa zimanê zikmakî tê kirin, her kes dibe welatparêzê wekî bizot, gotinên wisa bi tîn dibêjin ku devê mirovan vekirî dimîne. Lê gava diçe malê, ku keç/kurê wî/ê jê re bibêje; „dayê / bavo mamostê kurdî ji min re got; were dersa kurdî“ Ew bi hêrs diqêre ser zaroka xwe û bi tirkî dibêje: „Kuro, tu kurdî çi dikî, hînê tirkî û almanî be! Bibe mirov!“
Rojekê dayîka xwendekarekê bi tevê yeka din, çefî avêtine dor stuyê xwe û bi awayê şoreşgerên herî pîj hatin dibistanê, ji min re gotin: „Bi xwedê em ji her kesî zêdetir ji welat û zimanê xwe hez dikin!“ Di encama bangaşiyake wek politikwanên li parlementoyê, ji min re gotin: „Mamoste bi Xwedê keçika me pir diweste, bila neyê dersa kurdî, jixwe em di mal de bi kurdî diaxivin!“ (hefteyê de tenê çil deqe kurdî heye, lê di dema sîh saetên almanî de keçikê nawestîne) Min bi zanistî mijare çerixand, hinek ew dan kenandinê û di dawiyê de min bi qestî ji wan re got: „Ez dixwezim çend saetan jî bi tirkî ders bidim!“ Li ser vê gotina min, çavên wan biriqî, bêhna wan vebû û gotin min; „Bi Xwedê em ê keça xwe bişînin dersa tirkî!“ Min jî got: „Ka keça we pir diwestiya! Guneh bû!“
Camêr bi tirkî û almanî zanîngeh qedandiye, dema ku devê wî vedibe, rewşenbîrekî wisa tuj, hima hima bibe gaza îsota di destê polêsên AKPê de û li çavê me biteqe. Min jê pirsî; „tu bi kurdî jî dixwînî?“ Hima bi tewanbarkirinê dest pê kir: „Na lo, hûn niviskarên kurd zimanekî ecêv bikartînin, nayê fêmkirin!“ Min nivisa Tarik Hemo û ya xwe ya di Ozgurpolîtîkayê de jê re xwend: Got; „bi Xwedê min gişt fêm kir, wek zimanê gundê me bû, lê gava ez dixwînim fêmnakim!“ Min pirsî: „Tu niha çi dikî?“ Gote min: „Ez niha fêrê fransî dibim!“ Min hima pirsek pêve danî: „Çima hînê xwendina kurdî nabî, here were du saetê te digire.“ Hima bersiv da: „Here lo zemanê min tune!“
Niviskar e, tirkî ji tirkan çêtir dinivisîne, kurdiya wan jî ji ya min çêtir e, kêliya ku mirov jê re bibêje: „Tu çima bi kurdî nanivisînî?“ Ya hima mirovan bi nijadperestî yê tewanbar dike û hezar û yek çîrokên înternasyonalîzmê dibêje, yan jî zimanê kurdî biçûk dixe û vê egera bê bingeh derdixe pêş: „Dê kî kurdî dixwîne?“ Gelo ku kurdan bi tirkî nenivisanda, wê kî bi tirkî bixwenda?
Mînakên wiha bi mîlyonan e, gava tiştên ku ez di van bîstsalên dawiyê de rastê hatime binivisînim, wê bi rojan bikudîne. Ango KELEMÊ LI PÊŞIYA ZIMANÊ KURDÎ YÊ HERÎ MEZIN KURD IN!!!!“ Yan jî ew mejiyê ku ji kurdayetî û rastiya me hatiye dûrxistine û biyekî avsûnî kirine meftûnê zimanê biyanî ye. Heta ku ev mejiya, ev kelema neyê kuştin, wekî Bêşîkçî jî gotiye; „Em ê tenê li ber deriyê hepsan û bi zimanê tirkî behsa kurdî bikin. Bi gotina gel: „Xeta xwar di gayê sor de ye!“
Zimanê zikmakî mafê kê mirovî ye,
Wekî gelek zanayaran, zimanzan Jim Cummins jî mijara perwerde û ziman wiha zelal kiriye: Di perwerdê de redkirina zimanê dayêkê, redkirina kesayetiya zarokan e!“ Ev gotina herî rast e, lewre zarok berê bi wê wateyekê dide jiyanê û jiyanê dinase. Kesayetiya zarokan jî li ser wê bingehê teşe digire. Dema mirov ji demekê pêve, zimanekî din li ser zarokan ferz bike, kesayetiya zarokan parçe dike.
Nexweşiya kesayetiya kurd bingehê xwe ji vir digire. Ku gava kesekî dibêje; „Kurd nabe merî!“ Ew ji vê bingehê wêrînê distîne. Eger ev bingehê ku bi kesayetiya kurdan dilîze neba, dê tu kesî nekanîba ev gotin bigota!
Bingehê roja zimanê dayîkê wiha hatiye avêtin: Li gor peymana UNESCO ya ku di sala 1999 an de biryar dabû û di 21 Reşemeha sala 2000 jî dest bi pîrozkirina roja zimanê dayîkê kiriye: „Zimanê dayîkê mafê mirovahî ya çandî ye!“
Lê bêwîjdan û cinawirên di serkariya tirkan de rûniştine; tenê beşeke vê peymanê îmzakirine. Ji ber mijareya zimanê kurdî, bi tevahî nepejirandine. Divê pêvajoya qaşo çareserî û aşitiyê de nebejirandina perwerdeya zimanê zikmakî, yan jî bi wan mafekî wiha pejirandin dijwar hatin jî li ser vê mêjiyê nepejirandina peymana mafê zimanê zikmakî rûniştiye. Kî bixwaze agahiyeke zêde li ser peymana mafê zimanê dayîkê bigire, dikare li ser vê portalê bixwîne: „UNESCO Portal Culturel and Linguistic divesrsity in Education“
Bi gotineke kurt û kurmancî, hem dagirkerên tirk roviyên sextekar û bêîman in, hem jî em ji bo zimanê xwe ne bi dil û can in. Ango tenê peyva „bijî û axaftinên ku tenê li ser zimanê me dimîne, mala me şewitandiye. Di rastiya xwe de em bi zimanê biyaniyan dijîn, em ji zimanê biyaniyan hez dikin. Di warê zimanê kurdî de dijminê kurdî em bi xwe ne.
Kurd û Kurdî, axîn û derdî em û Kurdî
Bi dîtina min rastiya berçavî, ji hezar teoriyên bi formulasyonên neqişandiyê fîlozofîk çêtir e. Ji wê ez ê ji rastiya berçavî çend mînakan bidim.