Dawiya hefteya berê li Frankfurtê pêșangeha pirtûkan ya navnetewî hebû. Hima bigire hemû welatên cihanê bêșdar bûbûn. Hemû welatan bi navê welatê xwe pavilyonek ji bo hemû weșanxaneyên welatê xwe amadekiribûn. Piraniya weșanxaneyên wan welatan, di nava pavilyona welatê xwe de cîh girtibûn.
Yê me Kurdan her çendî her sal tê nîqașkirin, di nîqașê de her kes di bin pavîlyoneke dikane nûnêriya hemû Kurdan bike de civînê rast dibîne jî, dîsa parçe, her yek li çengekî bû. Ango li sê cihan hatibû vekirin. Ya weșanxaneya Mezopotamya ku her sal tevê pêșangehê dibe, li avahiya sisyan di nava weșanxaneyên almanan de bû. Di ștanda wan de bi giranî berhemên sê zimanan hatibû raxistin.
Ya bașûrê Kurdistanê li avahiya pêncan li qatê binî bû. Ji ber ku ew tîpên aramî-erebî bi kar tînin, berhemên di ștanda wan de ji sedî nod û neh bi tîpê aramî-erebû bû. Dema Kurdên bakur di ber re derbaz dibûn, çawa çavên wan li wan tîpan diket, bêku lê binêrin derbaz dibûn. Heta hinan digotin; “hele binêre ev erbana li her derê hene.” Disa di avahiya pêncan û qatê yekê de bi navê “Hêvî Grup“ ștandek hebû.
Ez li hemû șitandan geriyam, min bi balake kûr li berhemên hatibû raxistin nêrîn, her çendî hin berhemên wêjeyî hebûn jî, li gor yên cihanê, ștandên me di warê berhemên wêjeyî de gelek melûl xuya dikirin. Yên heyî jî hîç bala ziyaretkaran nedikișand, ji ber ku ne bi almanî û îngîlîzî bûn.
Çarșemiya derbaz bû jî, li Vechtayê xwendina helbest û çîrakan ya almanekê hebû. Ez çûm min lê gohdarî kir, di encamê de têgîhîștim ku em çendî ji mijareya wêjeyê dûr in. Dema mirov șevê xwendinê yê me û wan dide ber hev dev-vekirî dimîne.
Gava mirov hinek rûpelên dîrokê werdigerîne û lê dinêre, dibîne ku dema Baba Rah (PM 840), Baba Tahîr (PM 900), Eliyê Herêrî (1000) helbest dinivisandin, li pirraniya welatên Ewropê hê çîrokên talanê û barbariyê li pêș bû. Navê tirkan li piyasê tunebû. Lê îro wekî her warê jiyanê, di warê wêjeyê de jî, em Kurd li pașiya her netew û gelî mane.
Li aliyekî ji ber xwînxwarî, cinawirî û dijmirovbûna dagirkerên ku welatê me dagirtine, ji xwîn, talan û zulmê têrnebûna wan, hemû enerjiya me di tekoșîn û berxwedana li dij wan dagirkeran de tê xerckirin. Pêlek piçûk jî be, ji vê enerjiya ji wêjeyê re namîne. Li aliyê din civaka me hê negihiștiye wê astê ku giringiya nirxên wêjeyî bi têrî têbigihîje û di wê de rastiya derûniya xwe bibîne. Li gel wan bikaranîna du elîfbayan, parçebûna welat û civakê bi giștî jî bi serê xwe pirsgirekên mezin derdixe pêșberî wêjeyê.
Ji ber van sebebên bingehîn, her çendî tekoșîna rizgariya gelê Kurd bê hêjmar mijar û malzemeyên herî mezin yên șahadetên bi qehremaniyeke bê hempa pêșkêșî wêjewanan jî dike, gelek wêjewan berê xwe didin vê rastiyê jî, di nava çarçoveyeke piçûk de difetisin, li gel wê ji kêmbûna xwinêran, wêje û wêjewan li qeraxên civakê dimînin. Berhemên ku ji bo zimanên din hatibûn wergerandin wek mînak bo almanî îngîlîzî, ku mirovan bikaniya pêșkêșê bala cihanê bikira jî hima hima tunebûn, hete broșûrên têr agahî jî nebûn. Ew warê wergera wêjeyî, li ba me hima bigire nîne. Kes nûnêrên giyan û derûniya me, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmadê Xanî nanase.
Disa mînakekê dikane reșwa me li ber çavan raxîne, di xwendina niviskara alman de pirtûka wê ya 86 rûpelî bi yanzdeh euro yan hate firotin, lê gava pirtûkên wêjewanên me yên çarsed rûpelî bi deh euroyan tê firotin, mirovên me dibêjin; “weh çi biha ye!” Ev minaka tenê bi serê xwe nîșan dike ku em çi nirxî didin wêjeyê! Șerm e ku mirov bibêje, lê rastî ye. Wêjewanên me di karên herî giran û qirêj de dixebitin, daku bikanin çapkirina berhemên xwe fînanse bikin.
Divê mirov vê ji bîr meke, wêje; sinc, giyan, hest û derûniya gel û neteweyekê li ber çavan radixîne, ji ber ku berhemên me yên wêjeyî neketine piyaseya cihanê, cihan vê aliyê me nanase. Tenê di warê tekoșînê de ew jî bi giranî di nav çarçoveya nêrînên dijmin de me dinasin. Heta em bixwe jî vî aliyê xwe yê derûnî nanasin! Ji ber ku em ne wêjeya xwe, em wêjeya dagirkeran dixwînin. Ev jî di her warî de bandoreke nerênî li me û giyana me dike. Em di cihê rastiyên xwe de, di nava wê çarçoveya wêjeya dijmin de li xwe dinêrin. Ev di warê polîtîkayê de jî wisa ye. Niviskarekî/ê Kurd çi dinivîsin bila binivîsin, ev nabe mijara nîqașa me, yan jî hîç bala me nakișîne. Lê gava kolomnistekî/ê dagirkeran gotinekê bi me xweș tê, dinivîse û di bin wê gotinê de jî hezar çêr û kuçî li me wer dike, em hima dibêjin; “law filan niviskarê/a tirk çi xweș nivisiye!” Ev tev de rastiya me û nêzîkbûna me ya li wêjeya Kurdî nîșan dide.
Kurd û wêje