Piştî ku hate diyarkirin ku dê ev xelat bidin Erdogan, vê yekê rê li ber nerazîbûn û gotûbêjan vekir.
Piştî Konseya Ermeniyan a Almanyayê, hate ragihandin ku dê Kurd jî Erdogan li Bochumê protesto bikin. Di şevbêrkê de dê Qiralîçeya Swêdê Silvia jî xelat werbigire û polîsan dest bi amadekariyê ewlekariyê kirin. Hate diyarkirin ku Kurd ê li nêzîkê Westparkê çalakiya protestoyî li dar bixin. Berdevkê polîsên Bochumê Guido Meng ew ê ji ber çalakiyê protestoyî bi hevkariya BKA û hêzên ewlekariya Tirk tedbîrên berfireh werbigirin.
‘Erdogan ne hêjayî xelatê ye'
Piştî FDP’ya hevkara hikûmeta Alman û Konseya Ermeniyên Almanyayê, Serokê rûmetê yê PEN’a Alman nivîskarê navdar Hugo Ernst Käufer ku ew jî ji Bochumê ye, nerazîbûn nîşanî xelatê da. Käufer ji Sascha Hellen a ku xelatê organîze dike re nameyek vekirî şand û xwest ku rexneyên li hemberî dayîna xelata ji bo Erdogan li ber çavan bê girtin. Her wiha serokwezîrê eyaletê jî ragihand ku ew ê beşdarî merasimê nebe.
ANF/BOCHUM