Bayik: Ew weke astengiya herî mezin têkoşîna Rêber Apo bi pêşxistî dibînin. Lewma ev ruh bi gelan tîne. Ji ber ku PKK xwe bi siyaseta wan ve bernade, pêşî lê tê girtin ku Kurd hevgirtî xwe bi siyaseta wan ve berdin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di kanala Medya Haber de bersiv da pirsên Esra Mikyaz. Bayik di destpêka axaftina xwe de şehîdên Efrînê bi bîr anîn û got, li Efrînê berxwedaneke dastanî hate kirin. Bayik got, armanca êrişaê ew e ku geşbûna tevgerê vemirînin û weke çareseriyê jî îşaret bi yekîtiya miletê Kurd kir. Li ser dewra DYE´yê ya di aloziyên li Rojhilata Navîn de jî Bayik got, DYE dixwaze bi serketina li Rojhilata Navîn li dinyayê bi ser keve bal kişand ser koalîsyona li dijî Îranê. Bayik got, Îranê rastiya ku her kes li ser Kurdan siyasetê dike, dîtiye û xwest Îran gavên çareseriyê ji bo pirsgirêka Kurd biavêje, heger naxwaze ku koalîsyona dijberê wê bigihîje encamekê.
Di destpêka bernameyê de Bayik behsa mezinbûna berxwedana Efrînê kir û got, “Şerê Efrînê bi rastî jî weke gelê me û şervanên me yên li wir ragihandî, şerê serdemê bû. Şerekî mezin bû. Bi hemû hêlên xwe mohra xwe li 2018’an da. Heke modernîteya kapîtalîst destûra wan nedana, ti carî nikarîbûn bikevin Efrînê, nikarîbûn gava xwe jî bavêjinê. Niha dixwazin demografiyê biguherin.”
Xwestin geşbûna tevgerê kêm bikin
Cemîl Bayik bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Mirî zindî kir. Ne tenê zindî kir. Ev gelê Kurd ê zindîbûyî li dijî hemû rewşên neerênî, li dijî hemû dijwariyan şerekî mezin ê azadiyê kir. Rêber Apo bi têkoşîna xwe hemû statû parçe kirin, ne tenê Kurd rabûn û bêhna xwe standin, bêhna gelên Rojhilata Navîn jî hat ber wan. Helbet hêzên pergala modernîteya kapîtalîst û yên ku bi wan re tevdigerin ev ji bo xwe tehlûke dîtin. Ji bo vê jî di şexsê Rêber Apo de li dijî PKK’ê û Tevgera Azadiya Kurd komploya navdewletî kirin. Bi komployê xwestin ku geşbûna tevgerê kêm bikin. Lê li dijî vê Rêber Apo û PKK têkoşiyan. Ji bo vê jî gel zêdetir li Rêber Apo û PKK’ê û li xwe xwedî derket.”
Pişta xwe dan hêzên derve
Bayik li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û helwêsta PDK’ê û YNK’ê jî got, “Divê mirov rewşa Başûrê Kurdistanê baş fêhm bike. Kerkûk piştî ku ji deste Başûrê Kurdistanê derket, Başûrê Kurdistanê nîvî bi nîvî ji dest çû.Ji ber ku van hêzan ti carî gelê Kurd ji xwe re esas nedît. Tim pişta xwe da hêzên derve û bi wan bawer kirin.”
Yekîtiya Kurd şert e
Bayik di dewama axaftina xwe de, biryara DYE’yê ya li dijî PKK’ê û vekişîna ji Sûriyê jî nirxand û got, “Piştî ku Tirkiyê bi rengekî vekirî got, ew ê Sûriyê, Rojava dagir bike, Kurdan siyaseta Emerîka, bi taybetî jî siyaseta li ser Kurdan baştir fêhm kir. Heke Kurd li ser navê xwe wê têkoşînekê bikin, divê xwe nespêrin ti hêzê. Berevajî, divê pişta xwe bidin hêza xwe.”
Îran hay ji rastiya Kurd heye
Bayik ji bo dewra Kurdan di siyaseta herêmê de got, “Çi dijber û çi li aliyê we, bêyî Kurdan siyaset nabe. Her kes li ser Kurdan siyasetê dike. Îran vê rastiyê dibîne. Heger weke berê nêzîk bibe, zirar wê li Îranê bibe. Heger Îran naxwaze ku koalîsyona dij-Îranê encamê bi dest bîne, divê helwêsta wê ya beramberî pirsgirêka Kurd rast be. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê gavê biavêje.”
Bayik bi bîr xist ku di şerê DYE´yê yê li Rojhilata Navîn de û nexasim di koalîsyona li dijî Îranê de, PKK yek ji astengiyan tê dîtin û wiha dewam kir: “Dixwazin yan PKK´ê teslîm bigirin yan wê bikişînin vê xetê, ev nebe jî wê bêtesîr bikin û Kurdên din li koalîsyonê (ya dij Îranê) zêde bikin. Ew weke astengiya herî mezin têkoşîna Rêber Apo bi pêşxistî dibînin. Lewma ev ruh bi gelan tîne. Ev ruh bi wan hêzên demokrasî û azadiyê jî tîne ku dixwazin li ber xwe bidin. Ji ber ku PKK xwe bi siyaseta wan ve bernade, pêşî lê digire ku Kurd hevgirtî xwe bi vê siyaseta wan ve berdin. Lewma jî ew dikin û nakin nikarin siyaseta xwe pêk bînin.”
BEHDÎNAN