Heger bi ya Jens Stoltenberg ê sekreterê giştî yê NATO´yê be çareserî ew e ku mirov dewleta Tirk razî bike, yanî bi ya wê bike; lê ya xuya di mijarên YPG û s-400´î de bi ya wê nehatiye kirin.

NATO heftê saliya xwe li Londonê pîroz dike, lê ev ne tenê pîrozkirinek e. Sekreterê Giştî yê NATO´yê Jens Stoltenberg ji dema destpêka amadekariyên civînê ve eşkere dide der ku NATO divê yekdeng û helwêst be ji bo endaman hemûyan. Yanî bi ya wî ev jî bi wê dibe ku NATO xwe li ser Tirkiyeyê bike. Civîna bilind doh bi encam bû û dewleta Tirk berevajî berê dayî xuyakirin, planên parastina Baltîkê erê kirin. Bi qasî ku hat zanîn jî li ser binavkirina YPG´ê jî nehatiye peyivîn. Em li encamên civînê jî û li encama hevdîtinên dualî jî binihêrin, endamên NATO´yê hemû hemfikir xuya nakin, çawa ku serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi devan eyan dike. Ji ber ku NATO´yê şerê 40 salan ê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rê ve bir û bi bêbextiyên navneteweyî jî fitil danê, ev yek Kurdan jî elaqedar dike. Mijarên xuya yên lihevnekirinê jî Kurdan elaqedar dikin. Dewleta Tirk şantajê li endamên mayî yên NATO´yê dike da ku YPG´ê weke terorîst nas bikin, yan na ew ê projeyên NATO´yê hemûyan veto bike, lê wê ev şantaja xwe bi qasî hat eşkerekirin, nebire serî. Li aliyê din şerekî êrişê yê dagirkeriya qirker ku eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike jî bi rê ve dibe; Tirkiye dixwaze NATO jî vê dagirkeriyê fînanse bike. Li aliyê din Tirkiye sîlehên Rûs ên weke fuzeyên balefirşikên S-400´an ji Rûsyayê dikire û Stoltenberg di encama civînê de got, nabe ku ew entegreyî sîstema NATO´yê bên kirin. Yanî pirsgirêk hemû bi rengekî li dora Tirkiyeyê digerin.

Tirkiye hevkariya DAIŞ´ê dike

Heger bi ya Jens Stoltenberg ê sekreterê giştî yê NATO´yê be çareserî ew e ku mirov dewleta Tirk razî bike, yanî bi ya wê bike; lê ya xuya di mijarên YPG û s-400´î de bi ya wê nehatiye kirin. Ya xuya wekî din ew e ku serokê DYE´yê Donald Trump pêr bi serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûnişt. Û hingê di civîna çapemeniyê de Macron eşkere got, du tişt hene ku divê bên zelalkirin. Wî bi maneya, em YPG´ê weke terorîst nabînin û Tirkiye şerê hevgirên me yên Kurd ên li dijî DAIŞ´ê dike û ji me sîlehan dikire lê ji Rûsan jî dikire, di van herdu mijaran de divê Tirkiye helwêsta xwe zelal bike. Macron wekî din eşkere got, Tirkiye bi dûvikên DAIŞ´ê re jî carinan hevkariyê dike.

Gelo Trump dîplomasî ji dewleta Tirk re kir?

Trump wekî din bi serokwezîrê Danîmarkayê re jî doh civiya, û Danîmarkayê jî eşkere gotibû, ew YPG´ê terorîst nabîne. Mirov bivênevê ji xwe dipirse, gelo Trump dîplomasiyê ji dewleta Tirk re dike?

Herçî Elmanya ye, bi gotinên serokwezîra wê Angela Merkelê, ji mêj ve çîz kiriye li ber Tirkiyeyê û behsa dagirkeriya wê ya qirker ku wê bi xwe weke dagirkeriya li dijî hiqûqa navneteweyî bi navkiribû, bi qencî dikir. Heta weke projeya Tirkiyeyê ya baş pesnê wê dida. Welatekî din ê NATO´yê Ingilîstan ji mêj e ku xwe nade ber bi devan jî be ambargoyeke sîlehan li dijî Tirkiyeyê. Û ew ha ha sîlehan difiroşe Tirkiyeyê. Jixwe, wê fosfora spî firotibû Tirkiyeyê, û teknolojî û parçeyên pêwîst ên droneyên kujer ên Tirk jî ji Ingilistanê ne.

Şantaja Tirkiyeyê neçû serî

Di civîna bilind a îro de bi qasî ku eşkere bû, Tirkiyeyê şantaja xwe nebiriye serî. Serokdewletê Litvanyayê got, Tirkiyeyê plana parastina welatên Baltîk erê kiriye. Sekreterê Giştî yê NATO´yê Stoltenberg jî got, ew di civîna bilind de li ser wê yekê ka YPG´ê wê çawa bê binavkirin nepeyivîne. Wî wekî din got, fuzeyên Rûs ên S-400´î ku Tirkiyeyê kirrîne nikarin entegreyî sîstema NATO´yê bên kirin.

Rastî wê bi pratîka NATO´yê eşkere bibe

Bi her halî encamên civîna bilind a doh û encamên civînên dualî yên pêr wê demeke dirêj ji bo minaqeşeyên NATO´yê diyarker bin. Ya ku Kurdan elaqedar bike bi xwe ew e, ka NATO´yê di şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan de helwêsteke çawa diyar kiriye. Wê destekeke bê sînor û merc a ku berê dida Tirkiyeyê dewam bike yan na? Gelo Fransayê karî herdu meseleyên ku wê beriya civîna bilind bi devê serokkomarê xwe bi gewde kirin, di civînê de jî îfade bike û bide zelalkirin yan na? Gelo Kurdên Rojava wê di warê şerê li dijî DAIŞ´ê de hîna hevgir bin yan na? Bersiva van pirsan wê çendeke din bi pratîka NATO´yê hêdî hêdî zelal bibin. Ji ber wê jî encam çi dibe bila bibe, wê lazim bibe ku aliyê Kurd karibe taktîk, stratejî û tedbîrên rojane û yên demdirêj beramberî biryarên NATO´yê bigire.

 

LONDON