Bi wesileya Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Cîgirê Serokê Akademiya Kurdî ya Hewlêrê Dr. Azad Ehmed nerînên xwe anîn ziman. Ehmed diyar kir ku hebûna Kurdan a ji dîrokê heta niha bi zimanê Kurdî ve girêdayî ye û wiha got: "21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ye. Dîroka vê rojê ji serhildanên gelê Bangladeş yên li hemberî rejîma desthilatdar a Pakîstanê tê. Rejîma Pakîstanê di sala 1948’ê xwest zimanê xwe yê fermî li ser gelê Bangladeşî bide ferz kirin. Lê gelê Bangladeş ev ferzkirina bişaftina li ser ziman û çanda xwe ne pejirand û li hember dewleta Pakîstanê di 21’ê Sibata 1952’an de hemû xwendevan, akademisyen, karker û beşek mezin ji gelê Bangladeşê dest bi serhidanan kir. Li hember van serhildanên gelê Bangladeşê dewleta Pakîstanê bi şêweyek hovane êrîş kir û di encamê de gelek Bangladeşî hatin kuştin. Piştî vê bûyerê 47 salan li 1999’ê 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO û gelek saziyên navnetewî ve weke Roja Zimanê Zikmakî a cîhanê hat pejirandin."

Ehmed têkildarî rewşa zimanê Kurdî û girîngiya zimanê zikmakî di hebûna gelan de pirsên me bersivandin:

Girîngiya zimanê dayikê ji bo gelan çi ye û di heman demê de ji bo gelê Kurd tê çi wateyê?

Di vir de dixwazim rastiyekê ronî bikim ku ew jî rastiya netewî û zimanî ye. Netewa Kurd li gel netewên cîhanê cûdahiyeke xwe heye. Ew jî ewe ku Kurd neteweyek zimanî ye. Sedema vê jî ewe ku Kurd tenê di aliyê ziman de yek parçeye û yek hesab ji bo tê kirin. Bes di aliyê erdnîgarî û çandî de mirov dikare bêje gelê Kurd parçe bûye. Sedema vê jî ewe ku gelê Kurd di bin dagirkeriya sistemên cuda ku xwedî çandên cihexwazin jiyane û vêya jî bandora xwe li ser çanda Kurdên wan parçeyan kiriye. Dîsa dûbare dibêjim aliyê ku bûyî sedem Kurd yek bin zimanê Kurdiye ku ji çend zaravayan pêktê. Zimanê Kurdî ji bo parastina gelê Kurd rolê kelehê leyistiye. Heta niha dagirker û neyarên gelê Kurd pir caran xwestine çand û zimanê Kurdî ji dîrokê tunebikin lê nekarine bigihin armanca xwe. Ji bo ku em van êrîşên neyarên gelê Kurd yên li ser zimanê Kurdî vale derbixin divê em bi bîr û baweriyek bê hempa bişev û roj ji bo pêşxistin û jiyankirina ziman û çanda Kurdî têbikoşîn. Weke tê zanîn zimanê Kurdî di pevajoyên pir kevin de heta sedsala 20’an li hember êrîş û talanên bihêztir û dagirkerane hat lê tu car van hêzên mijokdar nekarîbûn zimanê Kurdî tune bikin. Bi vê boneyê pêwîste hewildanên çêkirina zimanek netewî û zimanek standart yê Kurdî pêk werin. Zêdebûna zaravayan di zimanekî de tiştek pir asayî ye. Ziman bi zaravayan dewlemendin. Ya ku zimanekî di nav zimanên cîhanê de dewlemend dike hêjmara zaravayên wî ne. Ji bo vê jî eger zimanê Kurdî tenê ji yek zarava pêk bê ew nikare bibe zimanekî serbixwe û bi zimanek din ve girêdayî ye. Lewra em bi zêdebûna zaravayên zimanê Kurdî şanaz û keyfexweşîn. Hemû zimanên cîhanê ji zaravayên cuda cuda pêk tên. Ji bo nimûne zimanê Erebî ji 150 zaravayan zêdetir pêktê. Bes ferqek ya zaravayên Erebî ji zaravayên Kurdî heye ew jî hemû zaravayên Erebî bi heman şêweyê nivîsînê û bi heman alfebê tê nivîsin. Ji ber vê jî hêvîdarim ku gelê Kurd jî bi pêngavên ber bi dewletbûn, statû standinê diçin de bikarin zimanek standart ji bo zaravayên zimanê Kurdî pêkbînin.

Prosesa avakirina zimanekî standart ê Kurdî wê çawa be?

Zimanê Kurdî xwedî bingehekî wisa ye ku bi serê xwe, karê xwe bide jiyîn. Taybetmendiyeke Kurdan ya bihêz heye ku ne xwestibe jî lê ji ayîn, şêwazê jiyana gelên dagirker, çanda wan û gelek tiştên wan bandor bûye lê tu car dev ji zimanê xwe ne berdaye û her tim Kurdî bûye sedema xwe li ser piyan girtina gelê Kurd a li hemberî êrîşên bişaftina çandî ya hêzên metînger. Ji bo vê jî tu pirsgirêkên zimanê Kurdî yên di aliyê dîrokê de tunene. Tenê yek pirsgirêka me heye ku ew jî çêkirina yek ziman ku Kurdên her çar parçên Kurdistanê bikarin ji hev fam bikin e. Ev jî bi hewildan û xizmetê pêktê. Bes ji bo vê pêwîstî bilezê tuneye. Ji ber ku zimanê Kurdî ew hinde berfireh û dewlemende ji bo zimanek standar pêwîstî bi xebatên pir zirav û hesas heye.

Bikaranîna alfabeyên cuda bandoreke çawa li ser zimanê Kurdî netewiyeta Kurdî dike?

Li gorî min her hemû alfebeyên zimanên cihanê di bingehê xwe de yekbûn. Bes bi pêşeketina dîrokê û cudabûna çanda gelan re şêwazên cuda ji bo zaravayan hatin danîn. Ereban alfebeyek hevbeş ji bo zaravayên xwe danî û gelek nimûnên zimanên din yên weke vê hene. Bes gelê Kurd nikariye alfebeyek hevbeş ji bo xwe diyar bike. Sedema vê jî ewe ku bune çar parçe û li yek herêm de kom nebûye û alfebeya zarava yan zimanê Kurdî li gorî alfabeya wan welatan hatiye diyar kirin. Ji bo vê dikarim bêjim pirsgirêkên zimanê Kurdî li ser kaxezan hatiye çareser kirin û tenê pirsgirêkên biçûk mane. Her çendî ku zêdebûna zaravayên Kurdî dewlemendî jî be bes di aliyê danûstandina di navbera Kurdan ya li ser bingehê bazirganî, zanîstî, çandî de astengên pir mezin derdikevin. Ji ber ku ferqa tîpên zaravayan hene û ev jî dibe sedemê pirsgirêka nivîsînê bes nabe sedem ku cudahiyê di navbera netewa Kurd de çêbike û Kurd xwe ji hev cuda bibînin. Hêviya min ewe ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de pirsgirêka zimanê Kurdî çareser bibe.

Hewldanên Kurdan ên li bakûrê Kurdistanê ji bo mafê ziman hûn çawa dibînin?

Hêvidarim ku hemû aliyên Kurd û cîhanê vê rojê li gorî wateya wê ya pîroz bibîrbînin. Bi vê bûneyê ez daxwazên Kurdên bakurê Kurdistanê yên ji bo zimanê zikmakî mafdar û pîroz dibînim û herwiha biryara wana ya parastina bi zimanê dayikê rewa dîbin. Piştgiriya wan dikim û ji hikûmeta Tirkiyeyê hêvî dikim ku daxwazên Kurdan yên çandî, ziman û siyasî di demek kin de pêkbîne. Herwiha berî çend rojan Serokwezirê Tirkiyê gotibû tu ferq di navbera gelê Kurd û Tirk de tuneye ez vê gotina Erdogan piştrast dikim lê divê ji çerçeveya gotinê derbikeve û bikeve pratîkê de.

Alikarê serokwezirê Tirkiyê Bulent Arinç digot zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyêye…

Teoriyek a zimanan heye û tu ziman ji zimanek din ne baştir ne jî paktire. Bes dibe ku zimanek ji zimanek din pêşketîtir be ew jî girêdayî rewşên aborî, siyasî û wêjeyî çandî ya wî gelî ye. Ji bo vê jî wezîrê Tirk di vir de fikra xwe gotiye ku fikrek dijî mafên mirova ye. Ji ber ku Kurd gelek ji netewa Tirk kevintire lê niha bi hemû awayan êrîş dikin ser destkeftiyên Kurdan yên çandî.  Eger ew wezîr biçe bi hezaran belge û berhemên girêdayî zimanê Kurdî lêkolîn bike ewê bixwe bersiva xwe bibîne. Zimanê Kurdî zimanek Hînd-Ewrûpiye û yek ji zimanê malbata herî dewlemend ya zimanên cihanê ye. Lewra wezîre ku gotiye zimanê Kurdî zimanê şivanane xwedî desthilate û dikare bi şêweyek asan tişta dixwaze bêje. Bes gotinên wî gotinên bê bingeh û pûçin.

Bi wesileya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî peyama we ji bo gelên cîhanê û gelê Kurd çi ye?

Dibêjim pêwîste gelê Kurd ji bo çêkirina zimanek standart bilez tevger neke. Dibe ku li başûrê Kurdistanê gel li hember nebûna yek ziman nerazî û xemgîn be. Bes ez dibêjim pêwîste xema vê yekê nexwin ji ber ku zimanê Kurdî bingehek xurt heye û eger heta niha tune ne bûbe, ji niha û pêde tu hêz nikarin zimanê Kurdî tune bikin. Herwiha ez bang dikim ku divê pirsgirêk yan ji mijara ziman ji siyasetê bê durxistin û bihêlin hêviya zimanzanan ve. Herwiha pêwîste bi nêzîkatiyên siyasî, herêmî û çandî li ziman neyê temaşe kirin. Jiber ku ziman tiştek pir mezin û pîroze ji bo gel û civakan. Herwiha pêwîste gelê Kurd ji kirina zimanek standart ya zimanê Kurdî netirse û nêzikatiya zimanê me ji dest me çû lê neyê kirin. Dibe ku di pêvajoya yekkirina zimanê Kurdî de gelek tişt ji holê rabin û li cihê wana tiştên nû bikevinê, lê ev bi serê hemû zimanên cihanê hatiye ku di encamê de karîne ji bo welat yan herêma xwe zimanek standart ava bikin. Kîjan ziman winda bibe zimanê Kurdî winda nabe. Wek em hemû bi milyaran mirov bi zimanê îngîlîzî daxivin. Bes bawer bikin zimanê Kurdî ji zimanê Îngîlîzî dewlementir û berfirehtire. Bes ew derfetên ji bo zimanê Îngîlîzî çêbûne heta niha ji bo zimanê Kurdî çênebûye. Herwiha zimanê Kurdî çawa tê axaftin her wisa jî tê nivîsîn bes zimanê îngîlîzî û gelek zimanên din ne bi vî awayî ne. Tenê xizmetek ji dil û rast ji bo zimanê Kurdî bê kirin wê di cîhanê de bibe yek ji zimanên herî dewlemend. Bi vê bûneyê ez roja zimanê zikmakî a cîhanê li tevayî gelan û bitaybet li gelê Kurd pîroz dikim.


NÎHAT KAYA-WEHBÎ DEMÎR / DÎHA/HEWLÊR