
Dayîka Şervanê YPG’ê Genco Hesekê di taziyê de axivî û bixêrhatina hemûyan kir. Dayîka Genco got, “kurê min bi awayekî pir bihêz beşdarî nava şoreşa Rojava bû. Kurê min li Şengalê ji bo namûs û şerefa xwe şer kir. Ez bi kurê xwe serbilind û şanaz im. Ez malavahiya PKK’ê dikim. Kurê min du salan di nav PKK’ê de xebitî. Elhemdulalah kurê min şehîd e.”
Paşê hevseroka PÇDK’ê Necîbe Umer axivî ûgot, “li Şengalê, Sinûnê, Mexmûrê, Celewla, Kerkûk, Xaneqîn berxwedaneke pir mezin tê meşandin. Genco bi awayek dildar beşdarî nava refên YPG’ê bû û piştî êrişa li ser gelê me yê Êzidî ê Şengalê derbazî Şengalê bû. Li vir bi awayek qehremanî şer kir. Tevî birîndariya xwe jî, parastina gelê xwe kir û li Sinûnê bi qehremanî û netewî şehîd bû.”
HEWLÊR