LYON: Li bajarê Franseyê Lyonê, komek ji Kurdistanî û dostên wan kom bûn û dewleta Tirk şermezar kir. Mîtîng li meydana Place Republique hat lidarxisitn û Koma Dostaniya Kurd-Fransayê, Komunîstên Ciwan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Lyonê destek da çalakiyê. Di mîtîngê de rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê, zext û polîtîkayên komkujiyê yên AKP’ê hatin şermezarkirin û bi vê armancê belavok hatin belavkirin.
INNSBRÛCK: Li bajarê Awusturyayê Înnsbrûckê bi pêşengiya Ciwanên Azad, ji bo vegotina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê, dezgeheke agahdarkirinê hat danîn. Li vir, li ser navê çalakgeran Bêrîvan Dûrmûş axivî. Dûrmûş bal kişand ser berxwedana YPS’ê û diyar kir ku dewleta Tirk li navendên berxwedanê sivîl qetil kirine.
FREIBURG: Bi armanca şermezarkirina komkujiyên AKP´ê li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Elmanya Freiburgê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Nûda ve hat organîzekirin û tevî endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ANTÎFA ya Elman û Dîe Lînke, bi sedan kes beşdar bûn.
Girseya gel li Kartoffelplatzê civiya û ber bi Agustinerplatzê ve meşiya. Di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û polîtîkayên komkujiyê yên çeteyên Qesrê hatin teşhîrkirin. Girseya gel piştî ku li Agustinerplatzê daxuyaniyek da çapemeniyê careke din li Kartoffelplatzê vegeriya.
DORTMUND: Li bajarê Elmanya Dortmundê jî ANTÎFA, rêxistinên çep ên Elman, NAV-DEM û YJK-E´yê meşa “destûr ji faşîzmê re nîne” organîze kir. Bi hezaran kes beşdarî vê meşê bûn û diyar kirin ku ew êrişên qirkirinê yên çeteyên AKP’ê li dijî gelê Kurd, bi ti awayî qebûl nakin. Di çalakiyê de berxwedana li Rojava jî hat silavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN