
Di berdewama daxuyaniyê de û hat diyarkirin ku ev topbaran berdewama êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ne û wiha hat gotin: “Êrîşên li ser van gundan, rûyê rejîmê nîşan dide. Rejîm ev 3 mehe hewl dide ku li herêmên Kurdan tevlîheviyê derxîne û Kurdan bikîşine nava şerê qirêj.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG nahêle ev plan biser bikevin û ev tişt hatin gotin: “Em dê bersiva êrîşan bidin. Em wekî YPG’ê ji bo bersivdaniya êrîşek ku dibe pêk were jî amade ne. Hebûna me bi hebûna gel pêkane, me soz daye ku em dê gund û bajarên xwe biparêzin.”
ANHA/EFRÎN
Seydo bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Seydo ku 3 roj berê gihiştibû gundê Omera ya Efrînê pêr di saetên nîvro de ji aliyê bi sedan kesên ku çûbûn gund wî anîn Efrînê. Cenaze li vir ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûmeyên"Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gelê kurd” hate pêşwazîkirin. Cenaze ji vir jî bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat birin navçeya Cindirêsê. Karwanê cenaze li Cindirêsê jî ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Karwanê cenaze piştre di nava kolanên navçeyê re derbas bû û gihîşt Goristana Şehîd Seydo ya li Çiyayê Qazikli û li wir hat definkirin.
EFRÎN