Ekrem Îmamoglû careke din bû şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. HDP´ê Pervîn Buldan piştî eşkere bûna encamê got, Kurd bi ser ketin, rojnameyên Ewrûpî jî vê yekê anîn ziman.

ROZA KORKMAZ

Serketina Ekrem Îmamoglu di hilbijartina şaredariya Stenbolê de li dinyayê jî ne weke hilbijartina şaredarî lê weke şikestina serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan hat dîtin. Bi her halî nûçeyan eşkere got, yên ku encam diyar kirî kurd bûne.

Di çapemeniya Elman de xurtbûna demokrasiyê û pîrozbahiyên xelkê yên serketinê bêhtir derketin pêş. Di çapemeniya Emerîkan; Fransî û Ingilîz de jî şikestina Erdogan li pêş bû.

Rojnameya Die Welt a Elman jî bi parlamenterê HDP´ê Mîthat Sîncar re hevpeyvînek kir û bi sernûçeya “Kurd di hilbijartinê de diyarker bû” weşand. Di hevpeyvînê de helwêsta HDP´ê û stratejiya Ocalan a Rêya Sêyem hat nirxandin. Wekî din behsa wan pirsgirêkan hat kirin ku êdî wê derkevin pêşberî rejîma Erdogan jî.

Di serî de Elmanya, hin sernûçe û manşetên di çapemeniya dinyayê de li ser hilbijartinan dayî der ev in:

Bild: Stenbol serketina xwe ya li dijî Erdogan pîroz dike.

Die Welt: Kurd di hilbijartinê de diyarker bûn.

Die Zeit: Li Stenbolê demokrasî bi ser ket.

FAZ: (Erdoganî) Li Stenbolê kontrol ji dest da

Süddeutsche Zeitung: Vegera Demokrasiyê

Taz: Serketina Demokratan.

Westdeutsche Allgemeine Zeitung: Îmamoglu li Stenbolê bi ser ket-Erdoganî Îmamoglu pîroz kir

Frankfurter Rundschau: Ji bo Tirkiyeyê destpêkeke nû

Tagesschau: Hêvî ji Erdogan hat birrîn

Spiegel Online: Erdogan nekarî daxwaza azadiyê ya xelkê bitepisîne

 

Rojnameyên Ingilîz û Emerîkî

Daily Express: Serketina ducarî ya muxalifan Erdogan piçûk xist

The Times: Dengên Stenbolê bi xurtî Erdogan tê birin

The Guardian: Ekrem Îmamoglu bi ser ket: Hilbijartina şaredariyê Erdogan-AKP şikand

The New York Times: Şikestina di hilbijartina şaredariyê de Erdogan lawaz kir

 

Rojnamyên Fransayê

La Libération: Şikestina dîrokî ya Erdoganî li Stenbolê

Le Figaro: Îmamoglu, pişta Erdoganî li Stenbolê da erdê

Le Monde: Erdoganî navenda hêza xwe Stenbol ji dest da

 

Kurd îro bi ser ketin

Ekrem Îmamoglû careke din bû şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Li gorî hilbijartina 31’ê Adarê ferqa dengan a di navbera Îmamoglû û Yildirim de 56 caran zêde bû. Hevseroka Giştî ya HDP´ê Pervîn Buldan piştî eşkere bûna encamê got, Kurd bi ser ketin.

Desteya Hilbijartinê ya Stenbolê belgeya yekkirina encamên hilbijartinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li panoya Midûriyeta Hilbijartinê ya Bajarê Stenbolê daliqand.

Li gorî vê yekê, ji 10 milyon û 570 hezar û 354 hilbijêrî 8 milyon û 925 hezar û 63 hilbijêran dengê xwe da. Ji van dengan 8 milyon û 764 hezar û 464 deng lê hatin qebûlkirin.

Li gorî encamên ne fermî Ekrem Îmamoglû 54,21 ji sedî yê dengan wergirt.

Li gorî van encamên ne fermî, Ekrem Îmamoglû 4 milyon û 741 hezar û 868 deng wergirtin û bû şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim jî 3 milyon û 935 hezar û 453 deng wergirtin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî encama ne fermî ya hilbijartina Stenbolê got; “Yên ku îro bi ser ketin Kurd û HDP ne.”

 STENBOL