Cemîl Bayik êrişên li dijî malbatên girtiyan û Amed Sporê bi bîr xistin û AKP şiband wan guran ku li berxan û hincetekê ne: “Wekî gur ê bi hinceta çima ava wê şolî kiriye êrîşî berxê dike! AKP’a faşîst fermana ji bo li her derê êrişî Kurdan bikin hincetan biafirînin daye polîs û leşkerên xwe.” Bayik dibîje AKP ya ku xwe li miriyên Kurdan ranagire, wê êrişî zindiyan jî bike.
Bayik êrişên heyî weke êrişên herî dijwar ên dewletên Tirk û Osmanî li dijî Kurdan dinirxîne û Erdogan jî weke serkêşê sereke yê nijadperestiya Tirk bi nav dike.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemil Bayik, bêpîvaniya êrişan bi dijminatiya navê Amedsporê, ya miriyan û goristanan, a bi malbatên girtiyan re îsbat dike û dibêje, “divê êdî tiştên AKP wê bike tu kesî matmayî nehêle. Her cure zilm ji AKP’ê tê. Ew dijminê hemû kurdan e ku serê xwe natewînin.”
Bayik armanca vê yekê jî weke bidestxistina derfetên desthilatdariyê bi nav dike û di vê çarçoveyê de êrişên li Meclîsa Tirkiyeyê dinirxîne: “Naxwazin Kurdekî xwedî îrade jî bimîne. Ya ew ê bikin hevkarê xwe yan jî îradeya wan bişikînin! Niha bernameya AKP’a faşîst ev e.” Li hemberî vê yekî Bayik dixwaze Kurd yekîtiya xwe ava bikin û li ber xwe bidin da ku ji “vê belayê” rizgar bibin.
Bayik sekna Tevgera Rizgariya Gelê Kurd weke helwêsteke pîroz bi nav dike û dibêje, “Heke Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe nedabûya tu hezeke ku li hemberî wê bisekine li holê nemabû û AKP´ê wê her kes bieciqanda. Ji ber ku niha Tevgera Azadiya Kurd li ber xwe dide wê hêzên din derkevin holê ku li hemberî AKP’ê li ber xwe bidin.”
Cemîl Bayik êrişên li dijî warên xwerêveberiyê û yên li dijî HDP´ê weke kirinên li du warên cihê yên heman hişmendiyê bi nav kirin û weha dawî li nivîsa xwe anî: “Ji ber vê yekê berxwedana her du qadan watedar e. Xwedîderketina li berxwedanên her du qadan û sekna li cem HDP’ê divê wekî têkoşîna li hemberî faşîzma AKP’ê were dîtin û li gorî wê helwêst were nîşandan.”