Gelê Kurd ê li Îmarata Yekbûyî ya Ereb, Meclîsa xwe ava kir.

Li Îmarata Yekbûyî ya Ereb, Desteya Rêveberiya Gelê Kurd li vê dewletê bi alîkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civînek ji bo Kurdên li vî welatî re li dar xist. Civîn li mala Kurd hat lidarxistin û bi dehan Kurdên li Îmaratê beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyekê rêzgirtine, li ser navê TEV-DEM′ê Şivan Xabûrî axivî û ji gelê Kurd ê li Îmaratê xwest ku Meclîsa xwe ava bikin, ji herçar parçeyên Kurdistanê û ji hemû herêmên Îmaratê cihê xwe di Meclîsê de bigirin.

Şivan pêdiviya ku li derveyî welêt gelê Kurd bi hev re bibe alîkar, anî ziman.

Lêkolîner û nivîskarê Sûrî Kemal Ehmed tecrûbeya Kurd di Rêveberiya Xweser de nirxand û got, Kurdan rêya siyemîn hilbijart û herêmên xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Di dawiya civînê de Meclîsa Rêveberiyê hate hilbijartin. Her wiha sê Komîteyên ′Ragihandinê, Darayî û Çandiniyê hatin avakirin.


ANHA / ECMAN