Dewletên dagirker û mêhtinger Kurdan bi birçîhiştinê dixwazin terbiye bikin. Di encama van polîtîkayên wan ên dagirkeriyê de Kurd neçarî kolberiyê dibin. Ji ber zêdebûna bêkarî û rewşa aborî ya her diçe xera dibe, beşek ji jinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo debara xwe berê xwe dane kolberiya ku karekî pir bi tehlûke ye. Sê xwişkên ji ber dayik û bavê wan nexweş in û jineke bi hevserê xwe re ji bo debara xwe dest bi vî karî kirine, hinek ji wan kesan in.
Roja ku agahiyên çîrokên trajîk ên têkildarî mirin û qetilkirina kolberan neyên kêm in. Temenê wan kesan ku ji 14 salî dest pê dikin digihîjin heta 70 salî. Şert û mercên zor û zehmet wer kiriye ku li Kurdistanê jin jî bûne kolber.
Kolberî niha weke demên berê tenê karê mêr û zarokên kur nîne. Jin û dayik jî girtiye nav xwe ku her yek ji wan ji ber sedema sereke ya bêkarî û hejariyê berê xwe didin rêyên dijwar ên çiyayan. Serma, germahî, her wiha jidestdana jiyana xwe, kêmendamtî, seqetî, karesata sirûştî, yan jî guleyên rejîma Îranê û kuştina xwe didin ber çavan.
Li gorî agahiyên xwecihî, li Rojhilatê Kurdistanê herêmên Hewraman, Pawe, Selmas Bawecanî û Pîranşar jin jî kolberiyê dikin. Demekê ku jinên ev kar dikirin temenê wan di ser 50’î re bû jî niha jinên ciwan û yên zanîngeh qedandine jî dest bi kolberiyê kirine.
Beşek ji wan jinan cil û bergên mêran li xwe dikin, beşek jî bi cil û bergên xwe yên Kurdî vî karî dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN