Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li paytexta Belçîkayê Brukselê, li bajarê Swîsreyê Fribourgê û bajarê Swêdê Orebroyê hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li Brukselê doza azadiya Ocalan kir, li Fribourgê bi meşaleyan meşiyan û di salvegera 20’an de komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Li Orebroyê jî jinan bang li saziyên navneteweyî kir ku li dijî tecîrd û êşkencê bi erka xwe rabin.

Bi sedan kes ji herêmên li ser sînorê Belçîka, Hollanda, Fransa û Elmanyayê li Brukselê li Meydana Shuman a nêzî saziyên Ewrûpayê civiyan. Çalakgeran pêvajoya komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmeha 1998’an şermezar kir. Di mîtîngê de dowîzên ‘Ji Ocalan re azadî’, ‘Divê CPT serdana Îmralî bike’ hatin hilgirtin.

 

PKK´ê ji lîsteyê derxin

Aktivîsta TJK-E Yildiz Fîlîmcî destpêkê axivî û bang li welatên Ewrûpayê kir ku li dijî tecrîdkirina Ocalan zend û bendan vemalin. Seroka Komeleya Aşitiyê ya Belçîka Ludo de Brabander jî balkişand li ser zextên faşîst ên li Tirkiyeyê û daxwaz ji Yekîtiya Ewrûpayê kir ku şerê di navbera PKK û dewleta Tirk de weke ‘şer’ bibîne û PKK’ê ji lîsteya rêxistina terorê derxîne. Ji parêzerên Ocalan Mahmût Şakar jî got; “Navenda êşkenceyê Îmralî parçeyek ji komployê ye. Heta ku Ocalan li wir be wê komplo jî bidome.” Şakar ji CPT´yê jî xwest bi erka xwe rabin.

 

Heta rêberê me azad bibe…

Li Fribourgê, girse ji ber stasyona trenê ya navendî bi meşaleyan meşiya. Çalakgeran pankarta li nivîsandî “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re” hilgirt. Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Terorîst Tirkiye, kujer Erdogan” gotin.

Li Meydana Place Georges-Pythonê, qisekeran tecrîda giran şermezar kir û got, “Heta ku agahiyê ji Ocalan bigirin û Rêberê me azad bibe, em ê bi rengekî bê navber çalakiyên xwe bidomînin.”

Li dijî tecrîdkirina Ocalan li bajarê Swêdê Orebro jî çalakî hebû. Li ser banga Înîsiyatîfa Jinan a Orebro li meydanan nava bajêr, çalakî pêk hat. Di axaftinana hat gotin, di şexsê Ocalan de tecrîda li Îmraliyê tecîrdkirina îradeya miletê Kurd e.

Di çalakiyê de di serî de CPT, bang li dezgeh û saziyên navneteweyî hat kirin ku li dijî tecrîdê kar bikin. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “Ji Ocalan re azadî” hat hilgirtin

Dema nûçeya me dihat amadekirin, li bajarê Fransayê Strasbourgê çalakiyên Kurdistaniyan û dostên wan li dijî bêbextiya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan bi rê ve diçû li ber avahiya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME).

 

BRUKSEL