Meclisa Demokratîk a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku welatiyê wan ê niştecihê wargehê yê binavê Xalid Ebdullah dema duh li herêma di navbera Kelek û Hewlêrê de dixebitî, ji aliyê wesayitek nenaskirî ve hatiye revandin û ti agahî jê nayên girtin û daxuyanî wiha pê de diçe: “Welatiyê wargeha me yê binavê Xalid Ebdullah duh dema li benzînxaneyek dikeve navbera bajarokê Kelar û bajarê Hewlêr de dixebitî, ji aliyê wesayitek nenaskirî ve hatiye revandin û heya niha jî ti agahî jê nayên girtin. Ji revandina welatiyê xwe yê binavê Xalid Ebdullah em asayîşa Hewlêr a PDK’ê berpirs dibînin. Pêwîst e di demek nêz de welatiyê me bê rizgarkirin.”


 MEXMÛR