
Di rojên derbasbûyî de Kurdên ji navênda Anadolê yên ku li Ewrûpa dijîn, li bajarê Swêdê Goteborgê kongra rêxistina xwe ya siyasî, civakî û çandî lidarxistin û bi awayekî fermî ew îlan kirin. Navê wê ”Platforma Kurdên Anatoliya Navîn- Li Ewrûpa/ PKAN-E” ye. Di van salên dawî de ew platform ne fermî bû lê di qada sîyasî û çandî de çalak bû. Kongre, bi delegeyên ji welatên Ewrûpayê yên cuda û gelek mêvanên ji welat hatî, pêk hat. Di nava wan de gelek parlementêr, nûnerên KNK´ê, nûnerên Komala Kurdên Anadolê-Enqerê, Yekîtîya Mamostan û mêvan hebûn. Kongrê, bi şîar û armanca: ”Pêşî li asîmîlasyonê girtin!” pêk hat û li gor wê hedefê dest bi karê xwe kir.
Li Ewrûpa û Anadolê mil bi mil ve
Bi rû wê platforma li Ewrûpa de, li welat jî li ser heman rêçê komeleyek hate avakirin û navê wê jî wek: "Komela Kurdên Anadolê" hat îlankirin. Beriya bi mehekê li Enqerê kongra xwe pêk anî û hevalên li welat dijîn jî xwe di bin sîwana wê komelê de birêxistin kirin. Ew, niha li cîhekî digerin ku komela xwe di fermîyetê de îlan bikin. Lê mixabin, dewleta tirk û zîhniyeta nijadperest rê nade ku ew cîhekî bigrin… Di vî warî de hewldan berdewam in. Armanca herdû platforman jî yek e û ew ê bi hevkariya hev kar bimeşînin.
Tehlûkeya ji dest dana çand û ziman
Şîar û armanca Platformê me gotibû ku pêşî li helandina Kurdan bigire. Bi rastî jî Kurdên wê herêmê bi tehlûkeyên mezin re rû bi rû ne! Bi taybetî ji van deh salên dawî bi riya televîzyon û dibistanan asîmîlasyon bi pêşketî ye û li hinek herêman zimanê rojane bûye Tirkî. Eger pêşî lê neyê girtin, Kurdên li wir dijîn, dikarin di demeke pirr kin de bi temamî ziman û çanda xwe ji dest bidin. Ji bo wê jî mudaxeleyeke bi lez pêwîst e. Ev mûdaxele jî ancax bi riyên rêxistinî mumkin e.
Rêxistineke baş nebe zor e ku mirov ji erdnîgarîya pirr fireh û daxwazên cuda re bibe bersiv.
Anadola Navîn wek Minyatûreke Kurdistanê
Lewra Kurdên li wir ji bajarê Eskîşehîrê bigre heta Qeyserî û Kurdistan; ji Enqerê bigre heta Aksarayê belav dibin. Zaravayên Kurmancî, Kirmanckî/Dimilî û Şêxbizinkî (Lekî) tên axaftin û nezikî du mîlyonan Kurd lê dijîn ku wek mînyatûrêke Kurdistana mezin e. Navêndên Kurdan yên ku li herêmê tên nasîn Cîhanbeylî, Yunak, Haymana, Bala, Kulu û Qamanê. Navê Cîhanbeylî ye ji êla Kurdê bi navê Canbeg a ku li wê herêmê dijî, tê. Navê Enqerê yê kevn `Engûrî` jî ji zaravê Şêxbizinî tê ku di wateya tirî de ye. Federasyonên mezin Reşî, Sine Milî, Canbeg, Şêxbizin, Dimilî ne. Dîsa êlên mîna: Terikî, Sewêdî, Zerikî, Şêxikî, Mikaîlî/Sipkî û gelek yên din jî hene…
Kurdî wek hestûyê birçî dimîne
Di roja îro de, di her malekê de bi kêmanî TV heye, dibistan zêde bûne, têkîliya bi bajar û Tirkan re zêde bûye ku ew jî rê li ber helandinê vedike. Dayikên Kurd ên ku berê ziman diparastin û ew didan zarokan, îro ji ber rêzefîlmên bi Tirkî ranabin. Dema xwendina bi Kurdî jê nebe, nava ziman ji peyvên Tirkî tijî dibe. Îro dayikek an jî kesekî li Anadolê dijî, dikare hevoka xwe bi ”Ez” destpêbike lê dawî hemî dibe Tirkî. Piranîya hevokan ji peyvên Tirkî tên avakirin û bi vî awayî tenê hestiyê zimanê Kurdî dimîne. Ziman hejar, bêtahm û xirab dibe. Eger mirov xeleka der vê cografya fireh bide ber çavan, dibîne ku li dora Yunak, Bala, Haymanayê zimanê Kurdî hema hema helîyaye. Zimanê rojane bûye Tirkî. Kurdî tenê di xeleka navêndê de maye û ew jî pirr lawaz e. Gelek faktor hene ku li wê asîmîlasyonê bandor dikin, lê yek jî ya gîrîng jî helwesta Partîyên me yên legal û sîyasetmedarên me ye.
Partî girîngiyê bi asîmîlasyonê nadin
Wek tê zanîn pirraniya Kurdên li herêmê dijîn alîgirê Partiya legal in. Ew demekê DEP, HADEP bû niha HDP ye. Mirov dikare desteka wê serencama wek %70-80 bide. Temen mezin û kesên oldar jî dengê xwe didin Partîyên sîstemê an yên maskeya ol xistine rûyê xwe. Kurdên li wir pirranî xwedî ruhekî netewî ne. Di her şert û mercan de dibêjin: ”Ez Kurd im!” lê pirranî binê wê gotinê vala ye… Çi Partî, çi jî sîyasetmedarên me, mixabin gîrîngiyê nadin asîmîlasyona pêk tê. Sîyasetmedar, dema hilbijartinan dikevin nava gel û di axaftinên xwe de jî pirranî dibêjin ”Ez bi Kurdî xwe nikarim bînim ziman!” û bi Tirkî propaganda xwe dikin. Tu derdê Partîya me yî ji bo xelkê akademîyan veke, yan dersên zimanê Kurdî bide yan kovareke bi Kurdî belav bike jî nîne. Eger mirov sîyasetmedar be û bibêje ez pêşengê vî gelî me, divê berî her tiştî di warê ziman de jî xwe bi pêş bixe û bi gelê xwe re bi zimanê wî biaxife. Bê guman di vî warî de kêmasî û berpirsiyartiyên me hemiyan heye…
Berê ciwanan li çûna Ewrûpa ye
Xort û keçên ku dinamîzma civakê ne û ew ê ku civakê bipêşbixinîn jî direvin Ewrûpa. Mirov dikare bibêje ku ji % 60-70 ye ciwanan çûne Ewrûpa. Yên mayî jî ramana xwê li ser çûyînê ne. Ji ber wê di civakê de pêşketin çênabe û mixabin wek civaka miriyan lêhatî ye. Yanî di nava civakê de dînamîzmek, armancek, ramenek, hedefek nema ye. Karên li ser lêkolîn, ziman, çand û hunerê mixabin nemane. Tenê stranbêj hene! Ew jî kelepora bi hezaran salan wek xowardayan xerc û talan dikin…Bi sedan stranbêjên me hene, min pirtûkeke stranên kevn belav kir; tenê ji wan bala yek kesî kişand. Ew mînak jî derdixe holê ku civaka me çiqas rizyaye.
Ji bo van hemû tehlûke, rizandin, helandinan hêvîdar im ew platform bibin derman, an jî bibin pêçeka tiliya bi kul. Ew platform li ser van fikaran hatine avakirin, em binêrin ka çiqasî dibin derman. Kar û xebatên ku ew bikin gîrîng in bêguman. Lê bi dîtina min ya herî gîrîng ew e ku ew platform li gorî pergala nû, ya netewa demokratîk, projeyan çêkin û bi taybetî jî zorê bidin ser dewleta Tirk ku mafê perwerda zimanê bi Kurdî bide Kurdên li herêmê. Yan jî di çerçoveya xweseriya demokratîk de ew civak biryara xwe bi xwe bide. Mirov dikare miracaetî sazîyên navnetweyî jî bike… Heta ku ew pêk neyê, em çi bikin jî daxwaz û hêvîyên me tim û tim dê nîvçe bimînin.
Di hemî daxwaz û hewldanan de yekîtîya me gîrîng e. Em hewl bidin ku heval û der dorên din jî bixin nava xwe û bi hevre xurt bibin. Li ser wî esasî, em, kesên niha ji me dûr xûyadikin jî qanî bikin ku ew dengê xwe nedin dijminê gelê me û dîktatoran û dengê xwe bê fîre bidin HDP´ê da ku daxwaz û armancên gel werin cîh. Yek ji karê platformê jî ew e ku herkesê/î hembêz bike û bi hêza derketî armancên pîroz bîne cîh.