Nobeta Ji Ocalan re Azadî ev 6 û nîv sal in bênavber li bajarê Fransayê Strasbourgê didome. Vê hefteyê komeke ji bajarê Fransayê Evryê nobet dewr girt. Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewrûpayê (KE) ya li Strasbourgê, kete hefteya xwe ya 326’an. Çalakiya nobetê ku her hefte Kurdên ji bajarên cuda yên Ewrûpayê tevlî dibin, vê carê dewrî Xanim Ozdemîr, Dogan Çelîk û Fatma Elî yên ji bajarê  Fransayê Evryê hat kirin. Hefteya bihurî jî ji Drancya Fransayê komekê nobet dewr girtibû. Çalakgeran nebihîstyarî û helwêsta ne adil a KE´yê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) rexne kir, got, ev ji 2 salan zêdetir e ti agahî ji Ocalan nayê wergirtin. Çalakgeran got, tevî ku dewletên dagirker zextê li Kurdan dikin jî kes guh nade wan û xwest ku bi lezgînî şandeyek biçe Imraliyê û rewşa Ocalan hîn bibe. STRASBOURG