Ligel vê yekê welatiyên ji Sûriyeyê bi pere bi soza kar tînin Tirkiyeyê rastî mexduriyetên gelek mezin tên. Malbatên Kurd ên ji Sûriyeyê bi riyên qaçax anîn Tirkiyeyê û ji bo karkeriya demsalî birîn Manîsayê diyar kirin ku ew hatine xapandin. Welatiyên Kurd di şertên nebaş de, li bereqeyên bê ava, ceyran, banê wan bi brandayê hate girtin, bê destşo, serşo û weke xirabeyan de dijîn.

Kurdê bi navê Şaban Muhammed ê ku di nav koma ji 30 kesên ji gundê Xizanê yê Kobaniyê xapandin û anîn gundê Sinirli anî ziman ku keça wî Berîvan a 17 salî ji ber şertên nebaş av li ser cîger û medê wê kom bû û piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Turgutlu hate dermankirin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê hate kirin û piştî 17 rojan li nexweşxaneyê ma hate taburcukirin û wiha axivî: "Doktoran got divê keça min li cihê sar neyê sekînin, divê serma negir û bêhna xwe bide. Doktor got divê Berîvan baş berê xwe bide xwe, dermanan bikarbîne û sermayê negirt. Lê cihê em lê dimînin sewal lê nayên mayîn. Li cihên ax, bêdîwar, bê paçe, bê ban, der mirov dikere xwe biparêzer."
Hasan Muhammed jî diyar kir ku bi 2 wesayîtan 30 kes anîn gundê Sînîrlî yê Turgutluyê û wiha got: "Em xapandin û anîn vir. Em mexdur û perîşan kirin. Ji me re gotin dê di şertên gelek baş û derfetên baş de bixebitin. Li cihê em lê dimînin sewal lê nayên girêdan. Ava em xwarinê pê çê dikin û serê xwe pê dişon bi tankerên ji bo karên çandîniyê tînin. Destşo û serşoya me tuneye. Qaşo destşo çêkirin û serşo çêkirin lê tiştek nekirine. Ji me re dibêjin 'berê xwe bidin xwe û herin çem.'"

Daxwaza vegera welat

Hasan Muhammed axaftina xwe wiha berdewam kir: "Sîmsar Mahmut Bozan ji bo ku em j sînor derbas bibin ji her yekî 55 TL. pere girt. Em bi 2 wesayîtan anîn Turgutluyê. Gotin wesayîtan 3 hezar TL. pere girt û dê ji pereyê em qezenc bikin bibirin. Ji me re 28 TL. pere didin û bi giştî em çend rojan xebitîn. Em ji wî re got, 'Êdî bes e te em xapandin û êdî me dixwazin vegerin welatê xwe' Ji me re gotin, 'Deynê xwe bidin û ku de diçin herin.  Deme me pirsa çima nagerin dikin ji me re dibêjin 'hun zirarê didin daran û ji ber vê yekê qedexeye' Tenê li destê na li gunda jî ger qedexeye. Di ketina gund de destûra me nayê dayîn. Li vir ji me re pêkanîna dîl û girtî dikin."
Mahmut Osman ê ku ji ber şertên nebaş hewildana întîxarê kir û kêr li singê xwe dayî li nexweşxaneyê tê darmankirin û rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe. Osman, diyar kir ku ji ber ew xapandin û anîn vir hewildana întîxarê kir.
Sîmsar Mahmut Bozan jî têkildarî îdîayan de diyar kir ku tiştên karkeran gotin rastiya wan tuneye û ji bo ku ji şertên nebaş ên li Sûriyeyê xilas bibin anîn Tirkiyeyê û ji bo bixebitin deftan pêk anîn.

DÎHA/MANÎSA