Îsal jî dema destpêka sala perwerdê hat. Bi vê hatinê re dîsa birîn û kula me ya herî giran hate bîra me. Em hîna jî ne bi zimanê xwe, ne jî li gor felsefeya politika perwerdeya netewa xwe tên perwerdekirin; li dij wê, di bin linga polîtîka perwerdeya netewa dagirkeran de tên herimandin, bi vî awayî em ji xwe hineke din dûr dikevin.
Lê ev jî serbilindiye ku gelê me yê li welêt xwe ji bo boykota perwerda bi tirkî amade dike. Rêveberiya Tevgera Azadî jî ji dê û bavan xwest ku zarokên xwe bi destê xwe nebin û nekin nava çerxa biṣaftinê. Ji wan xwest ku bi berxwedanê, vê mejîṣuṣtinê bidin rawestandin. Piraniya gelê me yê li welêt ji vê re amade ye.
Gelo gele me yê li Ewropayê çi dikin? Ji bo perwerdeya bi kurdî çi qas hewl didin? Derfetên li Ewropayê heyî çi qas bi kar tînin? Li gelek welatên Ewropayê wek mînak li Almanyayê perwerdeya bi zimanê zikmakî li ser daxwaziya dê û bavan e. Gelek mixabin ku bi hezaran kurd bi xwe kaxizan îmza dikin û zarokên xwe diṣînin dersên zimanê tirkî. Ma ev ne ṣerm û îxanet e? Heta kengê bi mejiyê di bin siya dagirkeran de?
Li hinek bajarên Nordrhein Westfallen memosteyên kurd zarokên kurdan di dersa xwe de nabînin, lê deh mamosteyên tirk di heman bajarî de li ser piṣta zarokên kurdan hem ‘ogretmenî’ dikin û hem jî serê wan zarokên me diṣon. Ma ew dê û bavên dibin pareke vê lîstika bêbext xwe têkbirinê, ne di nava îxaneteke mezin de ne?
Li piraniya bajarên Nordrhein Westfallen wek Dordmund, Bilefeld, Wuppertal, Duisburg, Dusseldorf bi deh hezaran zarokên kurdan hene, piraniya wan diçin dersên tirkî dibînin. Ango dê û bavê wan bi dil diçin îmza didin û zarokên xwe diṣînin dersên tirkî. Hele Bajarê Dordmundê birîneke reṣ e. Bi ‘ogretmenê’ xwe ve karekî wisa kirin ku tew nayê efkirin. Wan pênc saetên kurdî jî ji dersên tirkî re kirin yadîgar, bê guman niha bi zarokên xwe yên diṣînin dersên tirkî serbilind in! Ṣerma ku nayê fêmkirin ev e.

Ji bo dersên kurdî li Nordrhein Westfallen
Li vê eyaletê li her bajarî derfetên dersên kurdî hene. Bes dê û bav  bi navê «Eltern Initiative» komîteyekê  avabikin û wekî qimilan HEROJ têkevin pêsîra dibistan û Schulamtan (gernindeya perwerdê) Schulamt jî grupan dixwaze. Grup ji pazdeh zarokan pêk tê. Kê grubek wiha pêk bîne û li ser bi tundî raweste, mafê dersên bi zimanê dayîkê distîne.
Ji bo mamosteyan jî hin ṣert hene. Divê bi kêmasî çar sal zanîngeh xwendibin. Xwedanê formasyona pedegojîk bin. Yan jî li almanyayê beṣa Lehramtê xwendibin. Bêguman ku di destê wan de belgeyên beṣa kurdî hebe, hê baṣtir e.
Li bezirka Munsterê (eyaleta Munsterê) mamosteyekî gelek hêja hatiye tayînkirin, lê ji ber ku dê û bavên li bajarê Munsterê nikanin wekî qeda û qimilan HEROJ têkevin pêsîra Schulamtê, hê saetê wî nehatiye tijîkirin. Ez hêvî dikim ku ev banga rêveberiya Tevgera Azadî wan sor bike û ew bi dil û can li erkên xwe xwedî derkevin.
Ji bo ku li cihê ders tên dayîn, ders têkneçin, divê dê û bav, welatparêzên wê heremê li ser bisekinin ku zarok biçin dersên kurdî. Ango tenê ji bo dersên kurdî îmza dayîn jî, ne bes e. Divê ew tim li pey zarokên xwe bin, da ku zarok bê navber biçin dersên kurdî.
Ji ber ku kêmasiya mamosteyan hene, divê mirov xwendekarên zanîngehan îkna bike ku ew beṣa Lehramtê yan jî pedagojiyê bixwînin, daku bikanin ji ziman û çenda me re xizmet bikin. Di vê pêvajoyê de ji bo me kurdan pîṣe û erkê herî pîroz mamostetî ye. Bila ṣaṣ neyê fêmkirin, ne ogretmenî, ‘ogretmenî’ malxirabî ye, çoyê destê biṣaftinê ye. Divê kesên ogretmenîtiyê dikin hima ogretmenîtiyê cih bihêlin û bibin mamoste. Bi sedan kurd îro li Almanyayê ogretmenîtî dikin, lê em mamosteyan nabînin. Wek mînak eyaleta Rheinland Pfalz ji me mamoste dixwazin, li wê eyaletê bi dehan kurdên ogretmenî dikin hene, yek li erkê mamostetiyê xwedî dernakeve. Wêçaxê welatparêzî li ku dimîne?
Eger ṣoreṣekê bi perwerdeyê nebe malê gel, bi hemû aliyên xwe ve bi riya perwerdê derbasî nivṣên li pey nebe, ew ṣoreṣ di nava qirêjiya dîrokê de têk diçe. Dîsa her netew ji bo pêṣeroja xwe zarokên xwe di her warî de perwerde dikin, lewma jî ew xwediyê her mafê xwe ne û nabin diranên çerxên sistema biyaniyan. Ji ber ku dagirker serê zarokên ku dê bibin pêṣeroja me, diṣon; lewma me jî ta niha maf û azadiyên xwe bi destnexistiye. Ji ber van egeran jî zarokên xwe bi kurdî perwerdekirin, bi kurdî ji bo pêṣerojê amadekirin, welatparêzî bi xwe ye.