Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li seranserê dinayê bi rê ve diçin. Yek ji van çalakiyan jî pêr li paytexta Japonya Tokyoyê bi rê ve çû. Kurdên li Tokyoyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.
Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan û faşîzma AKP’ê hatin şermezarkirin. Kurdan çalakiya rûniştinê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Tokyoyê kir û gelek caran jî bi dirûşimên xwe, doza zadiya Ocalan kir.
TOKYO