Kurdistaniyên li Adigeya Rûsyayê, bi civînekê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin. 

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, ji bo pîrozkirina pêncemîn salvegera Şoreşa Rojava civînek lidar xistin. Civîn li hewşa Navenda Çanda Kurd a Adigeyê pêk hat û bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Alîkarê Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê, Xwedêda Ehmed di civînê de li ser wate û girîngiya rojê axivî.

Ehmed diyar kir ku gelê Kurd şoreşa herî bi wate ya cîhanê pêk aniye û got, “Roja 19’ê Tîrmeha 2012’an dema ku Kurdan xwe li Rojava bi rêxistin kir û ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dest bi têkoşînê kir, her kesî henekê xwe bi wan dikir û bawer nedikir ku wê bi ser bikevin. Halbûkî Şoreşa Rojava niha ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê bûye hêviyek. Ev şoreşa ku gav bi gav herêmê rizgar dike, dibe ku şoreşa herî bi wate ya cîhanê be.”

Ehmet di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî, ji bo vê berxwedanê bişikîne bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, dixwaze Kurdan bê bandor bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û azadiya Kurdistanê, divê em têkoşîna xwe xurtir bikin.”

Piştre beşdarên civînê jî şoreşa Rojava silav kirin û tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin. 


 ADIGEY