Bi pêşengiya Ciwanên Apocî û Rêxistinên PYD Û PJAK’ê, ji bo piştgiriya Efrînê li paytexta Skoçyayê Edinburghê bi dirûşmeya ‘Efrîn ne bi tenê ye’ çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanên Kurd û dostên Kurdan jî beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakvanan bi nivîsên wek; ‘em piştevanên Efrînên e’ û bi dirûşmeyan êrîş û siyaseta dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.
Di çalakyê de peyamên Sendikaya Karkeran, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê û ciwanên welatparêz bi zimanên cîhanî hatin xwendin. Di peyaman de sîstema dewleta Tirk hate şermezarkirin û ji welatên Yekitiya Ewrûpa bi taybetî jî ji Skoçyayê hate xwestin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan yên li dijî gelê Kurd û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê, bê deng nemînin.
Parlamenterê Skoçyayê yê tevlî çalakiyê bûyî Chris Steven li ser navê Partiya Neteweyî ya Skoçayayê nameyek bi fermî radestî deshilatdarên welatê xwe ûrayedarên Brîtanyayê yên karên derve kir.
EDINBURGH