Bexta sirgûnî ya kurdan...
Di dîrokê de serdestan tim û tim sirgûn û koçberî mîna bexteke reş li serê kurdan rêsandine.Hinekan sewa belavkirina civak û hêza kurdan, hinek bona tunekirina nirx û hebûnên wan, hinekan jî bona parastina xwe ya li hemberê êrîşên dijminên xwe, bi darê zorê kurd bi girseyî ji Kurdistanê dûr xistine. Bi milyonan kurd piştî sirgûnê bi sedan û hezaran kîlometre ji Kurdistanê dûr li welatên xerîbiyê ji xwe re jiyaneke nû avakirine. Îro belkî jî ji sisêyê yekê zêdetir kurd li derveyî Kurdistanê ne. Bi sedan sal e, ji Xorasan a Îranê bigirin heta Lubnanê, ji welatên Qefqasyayê bigirin heta Anatolyaya Navîn bi milyonan kurdan re bûne war. Ji pêncî salan vir de jî, herwiha bi milyonan kurd mîna sîrgûnên modern, di serî de li Ewropa, li seranserê cîhane belav bûne. Li xerîbiyê kurdî ji her demê zêdetir tê jî bîrkirin, rengên kurdewar roj bi roj diçilmisin...
Gelo Ozbekîstan li ku derê ye?
Di 14. sedsalê de Emîr Tîmûr, hinek kurdên zana, mîmar û hunermend bi xwe re dibe Ozbekîstanê û bo cara yekê kurd welatên li navîna Asyayê nas dikin. Di dema Yekîtiya Sowyetan, bi taybetî di serdema Josef Stalîn de jî bona ku wek xelkekî rêxistinî û bi hevdu girêdayî xwedî li mafên xwe yên neteweyî dernekevin, kurdên Qefqasyayê (Ermenîstan, Azerbaycan, Gurcistan) sirgûnî Sîbîrya û navenda Asyayê tên kirin. Gişt tên belavkirin û ji wê çaxe şûnde êdî nikanin mîna xelkekî xwedî li mafên xwe yên civakî derkevin. Piraniya kurdên li Qefqasya û yên li Asyayê îro asîmîle bûne û ziman û nirxên xwe yên kurdî ji bîr kirine.
Kê bahsa kurdên Xelxalê bihîstiye?..
Mirov dikane heman analîzê sewa kurdên li Xorasanê jî bike. Gorî Şahnameya Fîrdûsî, kurd hên beriya zayînê li Xorasanê hebûne. Di sedsalên 17-18’an de jî şahên Îranê bona pêşîgirtina êrîşên Ozbek û Tirkmenan him ji Bakur him jî ji Rojhilatê Kurdistanê, bi dehhezaran kurdan sirgûnî Xorasanê dikin. Li Xorasanê kurd her ku diçe asîmîle dibin.
Herwiha tê gotin; kurdên Xelxal ên 300 sal berê ji Xorasanê bo Erdebîl a li bakurê Îranê ye hatine sirgûnkirin û li wir biwar bûne jî her ku dihere him kurdiya xwe him jî ol û nirxên xwe yên din ên kurdî ji bîr dikin. Piraniya kurdên Xelxalê îro nikanin bi Kurdî deng bikin. Ji ber ku ne xwedî rêxistinên kurdî ne, neçar hoyî tirkî bûne. Îro tenê pîr û kalên wan dikanin bi kurmancî deng bikin, lê nifşê nû dest ji zimanê xwe yê dayikê berdaye. Derbarê kurdên Feylî yên li Iraqê, li derveyî axa Kurdistanê ne, jî heman analîz tên kirin.
Japonya li ku ye Kurdistan li ku?..
Îro ji hezarî zêdetir kesên ji aşîreta me (Maxikan-Atmiyan ji bakurê rojavayê Kurdistanê ye) ji ber feqîriyê li Japonyayê ne. Li hinda yên ku çûne Kanada û Awûstralyayê, hinekan jî berê xwe dane Zelanda Nû, a bi teyareyê rojek ji welat dûr e. Ji ber şer û feqîriyê di nava çel salên vê dawiyê de herî kêm milyonek û nîv kurdan jî welatên Ewropayê ji xwe re kirin warê nû. Ew sirgûnên modern êdî bi înternetê hevdu re têkîliyê datînin. Lê çi heyf e ku ne bi kurdî, bi zimanê tirkî, îngîlîzî, almanî, fransî û hwd...
Helwesteke neteweyî lazim e...
Helbet zanîna zimanekî nû tiştekî ne xerab e; lê jibîrkirina zimanê dayikê hilweşîna nirxên civakî û netewebûnê ye. Tevahiya kurdên li derveyî welat bi talûkeyeke bi giştî asîmîlebûnê ve rû bi rû ne. Divê him bona kurdên ku ev sedan sal e li derveyî welat in him jî bona yên ku ev çel-pêncî sal in ji welat dûrketine, rêxistin û saziyên kurdan hewldaneke neteweyî bidin dest pê kirin. Bona vê yekê helwesteke giştî ya neteweyî lazim e. Eger saziyên kurd vê rastiyê jinedîtinê ve werin û nekevin nava hewldaneke berbiçav, xem û tirs ew e, ku çend sal şûnde li derveyî welat kurdî wê tenê di stranan de bimîne.Û tu kes mîna Ebdûlwedûd El Kurdî piştî 130 salan ranabe û şopa malbata xwe ya li welat jî nagere...
Kurdewarî li dûrî welat diçilmise!..
Sê hefte berê, di dawiya meha sibatê de, ji Ûrdinê mêvanekî gundê Laxrî yê Erxeniya Amedê hebû. Ebdûlwedûd El Kurdî yê ji malbata ’Seydo Goran’ a li Ûrdinê ye, piştî 130 salan rabûye û ketiye dû kokê malbata xwe ya li Amedê. Gorî nûçeya basnews’ê, Ebdûlwedûd di înternetê de li ser Google Earth’ê dîmena gundê xwe dibîne û tê merivên xwe dibîne. Gundê Laxrî yê li ser girekî hişk e di çavê Ebdûlwedûd de mîna “baxçeyên efsûnî yên Babîlê” xuya dibe. Ebdûlwedûd bi rastîbûna xewneke bav û bapîrên xwe hêstirên dilşadiyê dibarîne...