
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got, “Zimanê Kurdî zimanekî berxwedêr e, serê xwe li ber asîmîlasyon û jenosîda çandî netewandiye, xwe sax û jînde hiştiye.”
Bi wesîleya 14-15-16’ê Gulanê Gulanê ku ji aliyê KNK’ê ve weke rojên Cejna Zimanê Kurdî hat qebûlkirin, Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KZP-KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejn li tevahiya gelê Kurd pîroz kir.
Kurdî zimanekî berxwedêr e
Di daxuyaniya KNK’ê de hat ragihandin ku di nava van sê rojên zimanê Kurdî de 15’ê Gulanê roja weşana kovara Hawarê ji aliyê Celadet û Mîr Kamûran Bedirxan e, weke Cejna Zimanê Kurdî ji sala 2007’an û vir ve li tevahiya Kurdistan û dîasporayê tê pîrozkirin û hat diyarkirin ku mîna her salê hêviya KZP-KNK ew e ku îsal jî Cejna Zimanê Kurdî bi coş û heyecaneke mezin bê pîrozkirin.
KZP-KNK’ê diyar kir ku zimanê Kurdî zimanekî berxwedêr e û ti carî serî li ber her rengê asîmîlasyon û jenosîda çandî ya dagirkeran netewandiye û destnîşan kir ku Kurdî her tim xwe sax û jînde hêlaye.
KNK’ê da zanîn ku bi avabûnên Başûrê Kurdistanê û Kantonên li Rojavayê Kurdistanê re zimanê Kurdî di roja îro de bûye zimaneê fermiyetê, perwerde û hemû jiyanê û ragihand ku ev yek serketina zimanê Kurdî ye.
Ji bo fermîbûna zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî KNK’ê bal kişand ser girîngiya xurtkirina berxwedan û têkoşînê.
Daxuyaniya KZP-KNK’ê bi van gotinan bi dawî bû: “Di nav van şert û mercan de em bawer dikin ku li Kurdistanê û li dîasporayê hemû dem û dezgehên bi zimanî ve girêdayî û her wiha pêkve xelkê me, dê layiqî berxwedan, xebat û têkoşîna zimanê Kurdî Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin. Li dijî asîmîlasyona li bakur, li rojhilat û li dîasporayê pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê bîr û hizira li zimanê xwe xwedî derketinê ve jî dê gelek giring û bi mane be. Bi vê bîr û baweriyê KNK Cejna Zimanê Kurdî li temamî xelkê Kurd pîroz dike.”
BRUKSEL