Şaxa KURDÎ DER’ê ya Îzmirê li Şaxa NÇM’ê ya Îzmirê ji bo xwendekarên xwe yên mezûn bûne merasimek pêk anî Di şahiyê de Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt, Serokê Şaxa KURDÎ DER’ê ya Îzmirê Şevket Toprak, Hevseroka BDP’e ya Îzmirê Yildiz Yildirim, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din amade bûn. Di şahiyê de koma NÇM’ê stran gotin û pişt re axaftin hatin kirin. Serokê Şaxa KURDÎ DER’ê ya Îzmirê Şevket Toprak, anî ziman ku gelê Kurd nirxên xwe bi ked û bedelên pir mezin ava kiriye û divê ciwanên Kurd li vê nirxê xwedî derkeve.
Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt jî axivî û bi bîranîna helbestvanê Kurd ê mezin Cegerxwîn dest bi axaftinê kir. Kurt anî ziman ku Kurdan bi Kurdî roman nivîsandin û stran gotin û bi vê hewldana xwe pişaftina li ser ziman vala derxist. Kurt da zanîn ku êdî ne pêkan e ku ziman têk biçe. Kurt, da zaninku li ser rûyê cîhanê nêzî 40 milyon Kurd heye û bi înkar û îmhaya zimanê Kurdî kes nikare bi ser bikeve.

Piştî axaftinê şahî koroya zarokan a NÇM’ê ya Îzmirê berdewam kir û bi dayîna sertîfika û xwarinê bi dawî bû. 

ÎZMÎR /DÎHA