‘Komplo ava kirin’
Rêvebera Şaxa KURDÎ-DER’e Janya Acar, anî ziman ku beriya polîs mudaxa bikin komekê saed di 3’an de ketin komaleyê û bilgisayar, televizyon û alavên din dizîn. Acar, da zanîn ku alavên li pey xwe hiştin jî şikandin û wêran kirin. Janya Acar, da zanîn ku heman komê pişt re êrîşî polîsan kirin û xwestin komployê va bikin. Acar, destnîşan kir ku kesên ketin hundirê komeleyê û avalên wan dizîn û pişt re êrîşî polîsan kirin dixwazin komployê ava bikin û tu têkiliya wan bi van kesan tune ye. Acra, bilêv kir ku li gel wan polîs agahdar kirin jî polisan mudaxaleyî komê nekir.
Acar, bibîrxist ku armanca van kesan perwerdehiya kurdî asteng bikin, lê dê tu hêz nikaribe perwerhdehiya kurdî û xebatên wan astang bike.
Piştî daxuyaniyê komê dirûşmeyae „Bê ziman jiyan nabe“ berz kir.
DÎHA/ÎZMÎR