Niyaz Nûrî: Piştgiriya rêzefilmên Tirkî, êrişeke li hemberî hunermend û hunerê Kurdî ye. Berhemên Kurdî wê bibin sedema bipêşketinên nû ji bo me. Pêwîst e, hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya vê yekê bike. ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ / ROJNEWS Rêveberê Sendîkaya Hunermendên Herêma Kurdistanê, Niyaz Nurî bang li hikûmetê û kanalên televîzyonê kir ku li şûna rêzefîlên Tirkî, destekê bidin hunermendên Kurd û berhemên Kurdî. Li hemberî rêzefîlmên Tirk ên di hin televîzyonên Herêma Kurdistanê de hîna jî tên weşandin, nerazîbûna rewşenbîr, mamoste û gelek aliyên siyasî dewam dike. Nerazîbunek jî ji Sendîkaya Hunermendên Herêma Kurdistanê hat. Piştgiriya rêzefilmên Tirk êrişeke li dijî hunerê Kurdî ye Rêveberê sendîkayê Niyaz Nurî bal kişand ser wê yekê ku li herêma Başûrê Kurdistanê hinek alî gelek girîngiyê  didin rêzefilmên Tirkî, lê mixabin ti peywendiya naveroka wan bi Kurdan re nîne. Niyaz Nurî anî ziman ku ev rêzefîlm bandoreke neyînî û xirab li ser civakê dikin û got, “Armanca van rêzefilman diyar e. Divê ji rêzê neyên dîtin, ev siyasetek taybet e ku tê meşandin.” Nurî bi bîr xist ku hinek kanalên Erebî rêzefilmên Tirk dane rawestandin, lê mixabin li Herêma Kurdistanê ev yek pêk nehatiye û wiha dewam kir: “Piştgiriya rêzefilmên Tirkî, êrişeke li hemberî hunermend û hunerê Kurdî ye.”   ‘Bila destekê bidin hunerê Kurdî’ Niyaz Nûrî destnîşan kir ku divê li şûna filmên Tirkî, çanda Kurdî bê bipêşxistin û wiha dewam kir: “Divê bernameyeke hikûmetê ya li hemberî vê yekê hebe. Pêwîst e, kanalên ragihandina Kurdî jî ji bo berhemhênana rêzefilmên Kurdî bixebitin. Girîngî nedayîna hunermendên Kurd, cihê dilgiraniyê ye. Di demên bihurî de hinek berhemên Kurdî hatine belav kirin û van bala herkesî jî dikişand. Berhemên Kurdî wê bibin sedema bipêşketinên nû ji bo me. Divê di warê sînema û karên din yên hûnerî de siyaseteke li pêş hebe. Pêwîst e, hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya vê yekê bike.”