Di şandeya ji Kurdistanê hat de Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Norşîna Bedlîsê Mehmet Emîn Ozkan û Alîkarê Şaredarê Sûrê Mehmet Alî Altinkaynak cih girtin. Ji bo bi dehan zimanên deverên cûda yên cîhanê, bi sedan konferans û hevpeyvînên bi beşdariya gelek zimanzan, rêveberên herêmî pêk hatin. Axaftina vekirinê ji aliyê Şaredarê Thionville Bertrand Mertz, ve hate kirin. Şaredarê Frensî da zanîn ku ev mihrîcana sêyemîn e li dar dixin û got ku ew bi beşdarbûna zimanê urdî keyfxweş in.
Mentz diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên çandî yên di navbera şaredariyan de xurttir bikin û spasiya xwe pêşkêşê Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş kir. Pişt Mentz, Demîrbaş jî axaftinek kir û ji bo danasandina zimanê Kurdî spasiya Şaredariya Thionvilleyê kir. Demîrbaş da zanîn ku Kurd di nava bêrîkirina aşitî, biratî û azadiyê de dijîn û got ku cîhanek e pirçandî û pirzimanî bi vî awayî pêk ane. Demîrbaş jî xwest ku hevkariya di navbera şaredariyan de were xurtkirin û ji bo vê yekê xwest hevdîtina piştî vê li Amedê pêk bê.
Çalakî tên lidarxistin
Hevkariya di navbera şaredariya Thionville ya ku li ser sînorê Luksemburgê ye û Şaredariya Sûra Amedê de ev nêzî salekê ye didome. Mihrîcana Sînor û Zimanan du dest pê kir. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek çalakiyên bi Kurdî, bi zimanên Efrîkayê, Japonî, Almanî, Yewnanî û zimanên din ên cîhanê tên lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de îro dê zimanzan û endamê hîndekariyê Salih Akin ê ku li Franseyê dijî û Alîkarê Şaredarê Sûrê Mehmet Alî Altinkaynak li ser mijara “Pêşketina zimanê Kurdîdi salên dawî de û Şaredariya bi Pirzimanî” axaftin bikin. Her wiha, dê piştî belgefilma bi navê “Dahatû dirêj e” ya derhêner Ozcan Alper li Amedê çêkiriye bê nîşandan û piştre Demîrbaş dê bi beşdarên Fransî re civînek çêbike. Dîsa dê sibê bi moderatoriya Michel Foucher konferansek li ser pirzimaniya li Amedê bê lidarxistin.
ANF/THIOVILLE