Di Ferhena Azad Wîkîferhengê de Kurdî di nava ferhêngên zimanan de li gorî hejmara peyvên lê hatine barkirin di rêza 9´an de ye. Bi 743 hezar û 614 peyvan ew bi gelekî li pêşiya Tirkî, Farsî û Erebî ye.

Li gorî ferhenga înteraktîf û azad wîkîferhengê, Kurdî di nava zimanên di wîkîferhengê de bi hejmara peyvên lê barkirî, di rêza 9´an de ye. Her sê zimanê pêşî Ingilîzî, Malagezî û Fransî ne. Beriya Kurdî Elmanê û pitî Kurdî jî Flamanî cihê xwe digirin.

Wîkîferhenga bi dirûşma Ferhenga Azad li ser înternetê xizmetê dide, pêşî bi Ingilîzî Kanûna sala 2002´yan dest bi weşanê kiribû. Îro bi 152 zimanên peyv li wan barkirî û û 20´§en din ên peyv li wan hîna nehatine barkirin, weşana xwe dewam dike.

   

Li wîkîferhengê beriya em nûçeya xwe amade bikin, 743 hezar û 613 peyvên zimanê Kurdî hatibûn barkirin. Di rêza 8´an de li pêşiya Kurdî Elmanî bi 808 hezar û 73 peyvan heye. Hema piştî Kurdî di rêza dehan de Flamanî heye bi 716 hezar û 690 peyvên li wîkîferhengê barkirî.  Di rêza yekê de ti surprîz nîne, Ingilîzî bi 6 milyon û 98 hezar û 71 peyvan li wir e.

Di rêza diduyan de zimanê fermî û neteweyî yê Madaskarê, Malagezî heye bi 5 milyon û 824 hezar û 781 peyvan wî ev cih ji xwe re misoger kiriye. Di rêza sisiyan de Fransî heye bi 3 milyon û 544 hezar û 425 peyvan.

 

Tirkî, Farsî û Erebî gelekî dûr in

Zimanên dewletên dagirkerê Kurdistanê hîna zêde li ferhengê nehatine barkirin; Tirkî di rêza 20´an de ye bi 334 hezar û 521 peyvan, Farsî di rêza 44´an de ye bi 98 hezar û 98 peyvan û Erebî jî di rêza 45´an de ye bi 65 hezar û 754 peyvan.

Gava me nûçe amade dikir, me navê lîstika ilç - çitûçam jî dibêjin - li wîkîferhengê zêde kir û hejmara peyvan jî kir 743614.

   

Tu jî dikarî peyvan li ferhengê zêde bikî

Heger tu jî bi peyvan dizanî û dixwazî wan li ferhena înteraktîf û azad wîkîferhengê bar bikî, biçe vê lînka li jêr. Li li aliyê çepê pê li “peyvekê çêke bike. Piştre hilbijêre ka navdêr, lêker, rengdêr, hoker, û biwêj e. Piştre nêr û mêtiyê hilbijêre, wate û mînakan bide. heger tu pê dizanî behsa etîmolojiya wê jî bike û jêderên xwe jî diyar bike.

Heger tu pêşî dixwazî zanibî ka peyva te li ferhengê hatiye barkirin yan ne, li milê rastê yê rûpela destpêkê, li cihê lêgerînê, navê peyva xwe binivîse, û heger li ferhengê nehatibe zêdekirin, pê li “Peyveka nû ji bo Wîkîferhenga kurdî çêke” bike. Piştre heger navdêr be, nêr û mêtiya wê bibijêre, heger lêker be li jora cihê edîtoriyê bitikîne ser agahiya ji lêkera te re guncaw. Piştre wate û mînakan, û heger tu pê dizanî etîmolojiya peyvê binivîsîne. Destê te xweş.

 

https://ku.wiktionary.org/wiki/Destpêk

 

NAVENDA NÛÇEYAN