Ruşen Alkar a stranên Kurdî bi sounda jazz û rockê dibêje, Mijdara bê wê albuma xwe ya nû derxe. Di albumê de 4 stranên wê bi xwe yên bi Kurdî hene. Ruşen diyar dike ku dema ew bi Kurdî distirê, xwe temam hîs dike.

Ruşen Alkar hîna navê albuma xwe lê nekiriye û dibêje, di navbera wê û muzîkê de samimiyetek heye, dixwaze bi albumê re jî samimiyetek çêbe.

Ruşen Alkar nirxeke mezin dide dengbêjiyê û dibêje: “Dengbêjî li gorî min behr e. Di albumê de du stranên Kurdî yên gelêrî hene. Min di yekê de kilamên dengbêjên jin bi cih kir.”

Ruşen Alkar li ser terza xwe jî dibêje, “Ez bi terzekî cerebandî distirêm. Lê di nav xwe de ez hesta strana Kurdî derbasî aliyê din dikim. Ez dema stranên bi Kurdî distirêm, xwe tam hîs dikim.”

Ruşen Alkar li Amedê hatiye dinê, dema dest bi lîseyê dike dest bi perwerdeya muzîkê jî kiriye. Di dawiya 2015’an de albuma wê ya bi navê ‘Sebr’ bi etîketa Kalan Muzîk derketibû.

 

JINNEWS /STENBOL