Farqînî: Her ku asta perwerdehiyê zêde dibe asîmlasiyon jî zêde dibe. Nifşê nû bi zimanê xwe mezin nabe, zimanê nifşê nû Tirkî ye. Bi xebatên rêxistinbûyî wê rê li ber van pêkanînan bê girtin.
Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, dibêjin, bipêşketina zimanê Kurdî û têkoşîna demokratîk bi awayekî pararlel bi hev re dimeşin û, ji bo Kurdî tine nebe û bi pêş bikeve, pêdivî bi xebatên rêxistinbûyî heye.
Li Tirkiyeyê, piştî têkoşîna gelê Kurd a ji bo zimanê Kurdî, wezareta perwerdehiyê ya dewleta Tirk, Kurdî daxilî nav mufredata perwerdehiyê kiribû. Lê belê ji ber pergala vê yekê baş nehat xebitandin, rêjeya dersên bi Kurdî ne pirr e. Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, ji bo zindîkirina zimanê Kurdî balê dibe ser helwêsta li dijî feraseta tekparêz.
Samî Tan dibêje, dewlet bi ti awayî bipêşketina zimanê Kurdî naxwaze û ji bo vê heta jê tê dixwaze marjînal be: “Ji ber li fakulte û înstîtuyan akademîsyenên xwedî feraseteke demokratîk cih digirin, armanca dewletê ew e ku wan belav bike.” Tan, destnîşan dike ku zext û zora li ser zimanê Kurdî jî bi têkoşîneke demokratîk a gelê Kurd wê biguhere: “Ev bi helwêst û awayê rêxistinbûyîna derdorên demokratîk ên Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Helbet, li vir berxwedana gelê Kurd wê diyarker be.” Tan xwest, tevgera Kurd bêhtir Kurdî daxilî nav rojeva xwe bike û ji bo vê jî pêdivî bi plansaziyekê heye. Tan bi bîr dixe ku siyasete ziman lazim e ku li gorî rewşê xebatên wade dirêj û kurt bike, çawa li tevahiya cihanê jî bûye. Ew dibêje, “Heta şert û mercên guncaw pêk bên, divê xebatên ku xwe dispêrin gel çêbin.”
Gavên ne ji dil in
Zana Farqînî jî, destnîşan dike ku di pêvajoya diyalogê de hin gav hatine avêtin, lê gava pêvajo guheriye rewş jî guheriye. Ew dibêje, gavên hatine avatin jî ne ji dil bûne. Farqînî fikraên xwe ji binavkirina “Li Tirkiyeyê zimanên zindî” jî îafade dike û dibêje, “Zimanê zindî çi bû? Di qanûnên berê de hebû; wiha dihat pênasekirin, zarava û zimanê ku welatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin. Gava em li van binavkirin û tabîran binihêrin, em dibînin ku a rast ne ku maf tê qebûlkirin, tenê li hemberî têkoşînê bi paş ve gav avêtinek û ewarekirina gel heye. Pênasekirin wekî ziman û zaravayê mehelî, cidî nebûn e. Ev yek bi armanceke siyasî tê kirin û di bin wê de mentiqa, kengî be em dikarin rê li ber bigirin, heye. Bi rastî jî heger hikûmet û dewlet ji dil bin, berê xwe nedidan rêbazên bi vî rengî û wê heq û hiqûqa gel qebûl bikira.
Ev mesele, meseleya nasnameyê ye. Heta polîtîkayên ku vî zimanî qedexe dikin û asîmlasiyonê li gel ferz dikin bi dawî nebin, çi gavên bên avêtin wê ne ji dil bin. Ji xwe qewimînên dawî jî delîla vê yekê ne.”
Qonaxa tinebûnê dest pê kiriye
Farqînî, destnîşan dike ku divê li hemberî feraseta qedexeker û tekparêz têkoşîn hebe û dibêje, “Ji bo bipêşketina maf û azadiyan, pêdivî bi pêşketina daxwazan jî heye. Divê qanûnên heyî bên guherandin. Kurd û bi giştî jî gelên din ên ziman û nasnameyên wan hatine qedexekirin, divê li hemû warên jiyanê ziman û çanda xwe zindî bikin. Nabe em tenê hêviyê ji dewletê bikin, jixwe dewlet xwedî feraseteke tekparêz e. Yan jî em ê nikaribin rê li ber polîtîkayên asîmlasiyonê bigirin. Her ku asta perwerdehiyê zêde dibe asîmlasiyon jî zêde dibe. Nifşê nû bi zimanê xwe mezin nabe, zimanê nifşê nû Tirkî ye. Bi xebatên rêxistinbûyî wê rê li ber van pêkanînan bê girtin. Çi nivîskî çi jî dîtbarî, çi dibe bila bibe divê li hemû warên jiyanê Kurdî belav bibe.”