BARIŞ BALSEÇER / BRUKSEL

Evîn Alabay, kovara xêzeromanan a Kurdî Zrîng a ku rojnameya me jî mehane digihîne aboneyên xwe, digihîne 25 aboneyên xwe. Evîn dibêje, pirraniya aboneyên Zrîngê ê ku ew Zrîngê dide wan, ciwanan in. Evîn dibêje, “Bi Zrîngê re kela canê min bi xwendina zimanê dayika min rabû.”

Evîn Alabay sala 2007´an ji Konyayê koçberî, Belçîkayê bûye û li paytext Brukselê dimîne, û grafiker e. Evîn di ajanseke grafêkê re disêwirîne û li zanîngehê êvaran jî dersên grafîk û anîmasyonê dixwîne. Ew wekî din Zrîngê digihîne aboneyên li Belçîkayê.

Evîn dibêje, ji bo ku zexta qirkirina çandî ya li dijî Kurdan bişike, ew gelekî hewl dide hînî zimanê xwe bibe. Ew dibêje, Zrîng ji ber vê ji bo wê gelekî girîng e. “Min kovarên mîzahê yên bi Tirkî ji dil dixwendin. Gava min bihîst wê kovareke mîzah û karîkaturan bi Kurdî der biçe, gelekî kela canê min rabû. Min hewl dida hînî zimanê dayika xwe bibim. Min yekser têkilî danî bi hevalên li Amedê re. Wan jî ji min re got, li Ewrûpayê bi rêya rojnameya PolîtîkAzad / Yenî Ozgur Polîtîkayê kovar digihîje xwînerên xwe. Min jî têkilî bi wan hevalan re danî û xwest 50 nusxeyên Zrîngê ji min re bişînin.”

Abone kirin 25

Evîn a ku gelekî ji kovara xêzeromanê razî ye. Wê ji bo ku destekê bide kovarê 50 kovar xwestine û ji niha ve jî 25 abone çêkirine: “Tevahiya aboneyan jî mirovên ciwan in. Û daxwaz jî her diçe zêde dibe.”

Aliyekî din ê tesîra Zrîngê heye, ew jî karîkatur, henek û esprî ne ku feyza xwe ji xêzeromanên di Zrîngê de digirin. Carinan ew ji hemû gotin û hevokan fêm nake: “Gava ji peyvekê fêm nakim, ji hevalên xwe dipirsim. Wekî din min dît ku mîzah ji bo fêrbûna zimanî gelekî bi kêr tê. Gava ji gotinekê fêm nakim, ez dixwazim hînî wê bibim. Pêşniyaza min li ciwanên Kurd ew e ku hemû jî Zrîngê bixwînin.”

Tama Kurdî xweştam e

Evînê ji bo maneya Zrîngê ji bo xwe îfade bike gotinên Neil Amstrong bi bîra me xistin: “Ev gava hanê ji bo Kurdistanê gaveke piçûk e û ji bo keseke weke min ku hewl dide asîmîlasyona çandî bişikîne, gaveke mezin e.”

Evîn rexneyan li saziyên Kurdan digire ji ber kêmbûna xebatên ziman û çandê yên rêxistinî yên ji bo ciwanan û dibêje, divê kesên ehlê ziman, dîrok, çand û wêjeya Kurdî jî medyaya civakî karîgertir bi kar bînin.

Merama xwe jî di dawiyê de Evîn Alabay wiha rave dike: “Tenê Zrîng ne bes e. Li Dîasporayê şanoya Kurdî, perwerdeya ziman, xebatên li ser çanda Kurdî divê bên zêdekirin. Ciwan jî divê bibin pêşengê vê yekê jî.”