Faşîstên Tirk ciwanê Kurd Bariş Çakan qetil kir û dewleta Tirk jî bi eşkerenekirina nasnameyê û şêlokirina mijarê xwedî li kujeran derdikeve. Hat zanîn ku ev ne êrişa yekê ya li dijî malbata Çakan e. KCDK-E´yê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku bi çalakiyan rabin û bêdeng nemînin.

Faşîstên Tirk ciwanê Kurd ê bi navê Bariş Çakan li Enqerê ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, qetil kir. Ev ne bûyereke munferîd bû û ne jî tenê karê ”faşîstên Tirk“. Dewleta tirk jixwe weke dewleteke faşîst timî xwediyê vê helwêstê ye beramberî Kurdan. Gava ku Tebaxa par li Şîrîn Tosunê Diyarbekrî xistin ji ber ku bi kurdî peyivî, ti kes lê xwedî derneket; Şîrîn ê 19 salî wê piştî ku 54 rojan di komayê de ma 14´ê Cotmeha par wefat bikira. Yanî ji ber Kurdî kuştina mirovan qebûleke di nava civaka ne Kurd a li Tirkiyeyê de. Lê ev faşîstiye giştî li xwe danayne ku wisa ye jî. Ji ber wê li sedemên din digere; tevî ku malbata Bariş Çakan da zanîn Bariş ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye hatiye kêrkirin, walîtiya Enqerê senaryoyên nû derdixe û dixwaze mijarê şêlo bike. Lê sazî û rêxistinên Kurdan bang dikin ku li dijî êrişên nijadperest bêdeng neyê mayîn û çalakî bên lidarxistin.

Bariş Çakan ê 20 salî pêr bi şev li taxa Alsancak a Etîmesgut a Enqerê li muzîka Kurdî guhdarî dikir. Hin kesan kêr li ser dilê wî xist û ew qetil kir. Malbata wî da zanîn, Bariş Çakan ji bo biçe parkê li gel hevalên xwe rûnê ji mal derketiye, di rê de ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, bûye hedefa êrişa komeke ji 3 kesan.

Hate zanîn ku kesên êrişî Çakan û hevalên wî kirine, li ser nifûsa Yozgat, Kirikkale û Tokatê qeydkirî ne.

Ne êrişa pêşî bû

Êrişkarên ku heta niha nasnameya wan nehatiye eşkerekirin, kêr li ser dilê Bariş xist. Bariş ê birîndar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Pismamê Bariş, Dogan Çakan agahiyeke girîng jî parve kir û got, berê jî ew ji ber ku wan li muzîka Kurdî guhdarî kiriye bûne armanca êrişeke bi heman rengî. Cenazeyê Bariş Çakan doh hat veşartin.

Xwedî li hebûna xwe derkevin

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê qetilkirina Bariş ji ber guhdarîkirina li muzîka Kurdî û êşkenceya li ciwanekî Kurd a li qereqolê şermezar kir û bang kir da ku li dijî ”dewleta Tirk a faşîst qirker” çalakî bên kirin.

KCDK-E’yê got, ”Ciwanê Kurd Bariş Çakan ê li muzîka Kurdî guhdarî dikir, ji aliyê nîjadperestan ve hate kuştin. Li navenda polîsên Tirk a li Amedê jî ciwanekî Kurd tazî kirin û êşkence lê kirin, her wiha dîmenê wî jî li ser medya civakî weşandin û teşhîr kirin. Dewleta Tirk a faşîst peyama ‘em ê we qir bikin’ dide gelê Kurd.”

KCDK-E’yê got, ew vê êrîşa nîjadperestiyê ya nemerd şermezar dike û wiha dewam kir: ”Em vê êrişa tirsonekî weke êrişeke li dijî hebûna gelê Kurd dibînin. Dîktatorê dest bi xwîn ê dewleta Tirk Erdogan û maşika wî ya bi xwîn Suleyman Soylû van qirkirinan didin kirin. Em van komkujiyan şermezar dikin. Gelê Kurd wê li pêşberî êrişên nîjadperest ên dewleta Tirk têk neçe. Dewleta Tirk a qirker wê di nava xwîna ku dirijîne de bifetise û di nava dîrokê de winda bibe.

Em bang li gelê xwe dikin ku vî rûyê bi xwîn ê dewleta Tirk teşhîr bike, xwedî li hebûna xwe û têkoşîna xwe derkeve û dakeve qadan.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Dema rabûna ser piyan e!

Înîsiyatîfa Zarokên Êgir têkildarî qetilkirina ciwanê Kurd Bariş Çakan daxuyaniyek da û got, "Bila kes xwe nexapîne. Kurd, her welatparêzekî Kurd li her devera ku lê ye guh bide banga înîsiyatîfa me. Ev faşîstên bêesil ji bilî zimanê tolhildanê ji ti zimanî fêhm nakin. Lewma dem ew dem e ku ji bi tolhildana ji êgir bersiv bê dayin. Ji bilî vê yekê çare nîne. Her tişt bi pîlan û bi qest tê kirin. Stran bahane ye. Ji bo Kurdan dem ew dem e ku ji bo tolhildanê li her cihî rabin ser piyan."