Îsal, piştî navbereke bi 3 salan, fuara 6’emîn a pirtûkan a Amedê ya TUYAP´ê hate lidarxistin. Fuar wê heta 30’ê Îlonê vekirî be û hemû kesên xwenda dikarin serdana fûara pirtûkan bikin. Weşanxaneyên Kurdî elaqeya ji pirtûkên Kurdî re nirxand.
Ji edîtorên Weşanxaneya Aram, Ulaş Guldîken got; “Roj bi roj elaqe û beşdarbûn zêde dibe. Li gorî rojên destpêkê rêjeya beşdarbûnê her diçe zêde dibe.
Weşanxaneyên Kurdî her dem bi îstiqrar in. Heger berhemek baş be xwînerên wê hê bêhtir zêde dibin. Ji ber ku xwîner hemû tiştî naxwînin û her dem weşanên bi kalîte dixwînin.”
Koordînatorê Weşanxaneya Sor Bûrhan Çoşar rêjeya beşdarbûna fuarê nirxand û got; “Di fuarê de elaqeyeke mezin ji bo Kurdî heye. Tevî hemû zext û zoriyan jî di zimanê Kurdî yê hatî qedexekirin de israrek heye.”
Edîtorê Weşanxaneya Dîpnot Emîr Alî Turkmen jî got; “Amed ji bo me bajarekî binirx e. Heger em li profîla xwendinê binêrin, beriya 4 salan profîlekî polîtîk hebû. Lê niha jî profîla civakên polîtîk hê kêmtir xuya dike. Hê bêhtir profîlekî ku bêdeng heye. Lê tevî her tiştî hatina Amedê û bi xwîneran re civîn jî keyfxweşiyeke mezin e.”
ANF/AMED