Em konferansa li ser zimanê Kurdî di heman demê de weke bangeke bikaranîna zimanê Kurdî jî dibînin; hem di jiyana rojane, hem di zanistê de û hem jî li meydanên gelemperî.
LUQMAN GULDIVÊ
29’ê Sibatê li bajarê Elmanyayê Dortmundê bi hevkariya YMK û Înstîtutya Lêkolînên Kurdî li Elmanyayê, Kurd-Akad bi piştgiriya Zanîngeha Dortmundê, konferansekê bi navê “Zimanê Dayikê Pirrzimanî û Cihêrengî: Zehmetî û Derfet” organîze dike. Li ser naveroka konferansê, sedema organîzekirina wê û ka ew çi hîvî dikin ji encamên wê, em bi hevseroka Kurd-Akadê Dersim Dagdeviren re peyivîn. Ji ber ku xasma bi organîzasyona wê konferans pêk tê, me jî derfet dayê behsa girîngiya zimanê dayikê ji bo civaka Kurd li Elmanyayê girîng e. Dersim Dagdevirenê konferans weke bangeke bi karanîna Kurdî di hemû waran de nirxand û banga beşdariyê li xelkê kir.
Ji bo çi konferanseke bi vî rengî Kurd-Akad organîze dike? Par jî li Zanîngeha Bielefeldê bi heman rengî we konferanseke bi heman navî we bi rê ve biribû…
Erê, 21’ê Sibatê ji bo bipêşxistimn û parastina zimanê dayikê, weke Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî ji aliyê UNESCO ve hatiye danezan. Li dinyayê hema hema nîvê zimanê heyî, niha li ber nemanê ne.
Meseleya pirrzimaniyê jî niha di zanistê de bi awayekî pirralî û dijber elaqedarî aliyên erênî û nerênî di dema hînbûna zimên de tê minaqeşekirin. Elaqedarî minaqeşyên li ser întegrasyonê de jî fikr ji hev cihê ne. Cihê zimanê Kurd di van minaqeşeyên li Elmanyayê de muhim e. ji ber ku cihekî wî yê netewe dewletî nîne. Ev hem di peywenda întegrasyonê û siyaseta întegrasyonê de, û hem jî di peywenda dersa zimanê welatê mirov.
Pêdaketin û miamelekirinên zanistî yên bi Kurdî re me elaqedar dikin. Bi heman rengî meseleyên civakî, siyasî û çandî yên civaka Kurd li Elmanyayê jî me elaqedar dikin.
Ji ber ku endamên Kurd-Akadê para bêhtir, xwende û akademîsyenên Kurd ên li Elmanyayê mezin bûne, ji bo tevna me muhim e em berê awira xwe bidin ser zimanê Kurdî.
Hûn konferansê bi gelek kesan re organîze dikin, ev kî ne?
Ji bo bi serxistina projeyên me û gihiştina armancên xwe, em çêkirinan tevnan weke esas dibînin. Ji bo wê me civînek Mijdara 2017ʼan me Înstîtuya Lêkolînên Kurdî li Elmanyayê û rêxistinên akademisyenan re civîneke ji bo seranserê Ewrûpayê li dar xist. Me par yekemîna vê konferansê li Zanîngeha Bielefeldê ya ya Elmanyayê organîze kir û ev encama vê civînê bû. Piştî civîna tevnê ya 2017ʼan em bi Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê (YMK e.V.) û Înstîtuyê re civiyan û me komeke xebatê damezrand. Û ha ev koma xebatê vê konferansê jî organîze dike. Li me vegera qisekeran û beşdarên konferansa par pirr erênî bû. Ji ber wê me biryar da em konferansê îsal dewam bikin bi heman mijarê. Îsal mekanî Zanîngeha IUBH ya Dortmundê weke aliyê hevkar ê konferansê bikin hevkarê xwe û konferansê li zanîngehekê bi cih bikin.
Gelo wê encamên pratîk ji vê konferansê yan jî rêza konferansan derkevin?
Helbet, dewamîbûn û encam, nexasim jî yên pratîk ji bo me û aliyên me yên hevpar muhim in. Nexasim elaqedarî dersên zimanê Kurdî li dibistanên Elmanyayê gelek nuqte hene. Zanîngeh netenê di meseleyên analîzên zanistî de girîng in, ew her weha ji bo perwerdekirina mamosteyên dersan jî muhim in. Ji bo zimanê Kurdî heta niha ev derfet nîne. Perwerdekirina mamosteyan ji bo koma me ya xebatê a hevpar jî yek ji meseleyên navendî ye.
We mijarên konferansê çawa hilbijartin û ji bo bikaranîna zimanê Kurdî maneya konferansê çi ye?
Meseleya zimanê dayikê û pirrzimanîbûn bi serê xwe meseleyên gelekî tevlîhev û fireh in. Lê çaxê mesele Kurdî be, ev tevlîhevî zêdetir dibe. Yanî gelek girêdan, pirsgirêk û zehmetî hene ku divê mirov ji heqî wan derkeve. Ji ber wê, konferansa me bi hin mijarên esasî dadikeve ku ji bo civaka Kurd li Elmanyayê muhim in. Di nava van de tesîrên siyasî li ser ziman û avakirina nasnameyê, weke trawmaya şerî û her wiha pirsgirêkên elaqedarî dersa zimanê Kurdî li dibistanan hene. Em her wiha bi pirsgirêkên giştîtir ên zanistî re jî dadikevin ên weke, gelo pirrzimanî bûn erênî ye, yan pirsgirêk e.
Heke xelk beşdar bibe, em ê gelekî kêfxweş bibin. Em konferansê di heman demê de weke bangeke bikaranîna zimanê Kurdî jî dibînin; hem di jiyana rojane, hem di zanistê de û hem jî li meydanên gelemperî.