LUQMAN GULDIVÊ


Şanoya Residenztheater ya li bajarê Elmanyayê Munchenê û Goethe Institut (Înstîtuya Gote ya ku ji bo parastin û belavkirina zimanê Elmanî hatiye damezrandin) bi hevkarî rêze-xwendina metnên şanoyê bi navê “Die Weltbuehne“ ango “Dika Dinyayê“ pêk anîn. Di vê çarçoveyê de du metnên şanoyê yên bi Kurdî jî hatin wergerandinî Elmanî û ji guhdar û temaşêvanan re hatin xwendin. Yek ji van metna Mîrza Metîn e ya bi navê “Rawestgeh”ê ku lê sê mirov rasta hev tên. Ya din jî “Av û Ar” Emîn Yalçinkaya ye. Derhênera ciwan Britta Ender yek ji wan rejîsoran e ku ev metn ji xwendina li ser dikê re amade kirin. Wê nexasim jî metna “Av û Ar“ a Emîn Yalçinkaya ji xwendinê re amade kir û ji me re qal kir ka ev yek ji bo wê bû tecrûbeyeke çawa.


Tu yek ji derhênerên ciwan î ku di xwendina piyesên şanoyê yên bi navê "Dika Dinyayê" (Die Welt Buehne) de beşdar e. Di vê çarçoveyê de zimanên ne dewletî jî hatin pêşandan. Dixwazim ji te bipirsim, ji bo çi girîng bû ku şanoyê bikî meydanek ji bo zimanên dewletê da ku xwe bidin bihîstin?

Lewma şano timî platformek e û rayeke giştî pêk tîne. Û çawa di pirsê de jî te got, ji bo zimanên ne dewletî jî ji jiyana rojane û wêde meydanekê dikare biafirîne û wan bide bihîstin. Ji ber ku ev jî timî yekser rê ve dike li ber danûstandina çandan, bihevre peyivînê, komunîkasyonê. Bi ya min ev gelekî girîng e.


Tevî ku Goethe Institute bêhtir cih dide zimanên dewletî û fermî jî piyesên şanoger û nivîskarên Kurd jî li ser “Dika Dinyayê“ cihê xwe girtin. Tecrûbeya te ya amadekirina ji xwendinê re ya van metnan çawa bû?

Gelekî kela canê min rakir. Min wergera metnan xwend. Tevî ku werger li ber destê min bû, min dizanî ev metnên Kurdî ne. Ev tecrûbeyeke gelekî bi kelecan bû, lewma di şanogeriyê de têkiliya min a yekem a yekser bû bi Kurmanciyê re. Hebûna vî zimanê li ser “Dika Dinyayê“ gelekî cihê kêfxweşiyê ye, lewma, binihêrin, mirov peywendiyekê bi zimanekî û bi mijarekê re datîne ku berê û li derveyî vê platformê muhtemelen wê çênebûya. Min bi xwe keysa xwe li tiştekî wisa neaniya. 

Herçî siyaseta giştî ya Goethe Institute e, ez pê nizanim. Lê di çarçoveya “Dika Dinyayê“ de, me beriya niha du piyesên nivîskarên ji Sûriyeyê xwendin, bi beşdariya min jî di rêza duyem de me piyesên du nivîskarên Kurdî xwendin. Di rêza sêyem de jî sê metnên Erebî û Farisî hatin xwendin. Ango ne tenê zimanên rûniştî, zimanên din jî cihê xwe digirin. Ev jî beşdariyê dike li danûstandin û bihevre jiyana çandan.


Şanoyeke bi Kurdî ya Emîn Yalçinkaya ya bi navê “Av û Ar“ jî di vê çarçoveyê de ji xwendina dramatûrjîk re hat amadekirin û tu berpirsê amadekirina xwendinê û ya dikê bûyî. Zehmet bû yan kêfa te jê re hat?

Ya rastî hem zehmet bû û hem jî ez pê gelekî kêfxweş bûm. Ji bo min ya bi rastî aliyê dîskursîv, aliyê gotarê girîng e. Ango mirov bi rêya metnekê bi hev re dipeyive. Ez dixwazim careke din bi bîr bixim, ev ne lîstina şanoyekê bû, lê belê xwendina metna wê bû. Lê belê bi wî rengî ku îmaj jî pêk werin, di asteke mînîmal de. Ango berê awira me bêhtir li ser ziman û metnê bi xwe bû. Em bi gelek lîstikvanên şanoyê re rûniştin. Pêşî em bi metnê daketin. Me diviyabû hinekî lêkolînê bikin, ka peywend çi ye. Ev aliyê herî girîng ê vê xebatê bû. Rast e metn û naverok li pêş bûn û navgînên danîşana şanogeriyê jî sînordarkirîbûn ji bo misogerkirina vê yekê. 

Ez nikarim yekser behsa deng û rengê Kurmanciyê bikim, lewma wergera Elmanî ya metnê li ber me bû. Lê belê ez dikarim vê bibêjim, ziman bi wergera xwe jî dengekî epîk heta lîrîk dida der. Ji bilî vê gelekî naturalîst ango xwazayî bû. Rewşeke gelekî şênber heye. Karakterên metnê li jêrzemînekê rasta hev tên. Ango barê me yê giran ew bû ku em vî zimanê gelekî epîk û heta helbestî, bi rewşeke tehlûkeyê ya gelekî real û berçav re li hev bînin.

Di dema xwendina metnê de me peyameke Emîn Yalçinkaya ya vîdeo nîşan da. Ev bû sedema rabûna kela canê min. Lewma ev cara yekê bû ku min ew didît û ew dibihîst. 


Û çawa bû, te karî ji bin vî barî rabî?

Ya rastî, erê, ji min hat. Giraniya meseleyê ew e ku mirov zimanê metnê di devê xwe de wisa bi cih bike ku li mala xwe be, ne weke ku li xerîbiyê be. Herçî temaşevan û guhdaran ji me re got û bi me da hiskirin ew bû ku, erê, ev ji me hat. Rast e, li hin cihan piçekî xerîb bûn ziman ango tercîha peyvan yeka din bû. Lê karakteran di çarçoveya vê xwendina metna şanoyê de karîn van bikin ên xwe.


Gelo tu dikarî behsa tiştekî bike ku ji xwendina vê metna şanoyê di bîra te de ma?

Ya herî zêde li bîra min mayî û tesîr li min kirî ew dualîzm bû ku di tevahiya metnê de weke hîmî metnê hatibû danîn. Jixwe xwe di navê metnê de jî dide der, “Av û Ar“. Di rewşa di jêr zemînê de, mirov timî bi jêr û jor re rûbirû ye. Yan jî hundir û derve. Li derve tehlûke heye, li hundir mirov parastî ye, lê di metnê de tehlûkeyek li vî hundiroyî jî veşartî ye. Ev dualîzma ji naverokê û wêde, îşaret bi rasta hev hatine du koman di jêrzemînekê de dike. Û naverokê gelekî kela canê mirov radikir, dema ku bi dualîzmê karakterên dijber tên hemberî hev di wî mekanê teng de. 

Li aliyê din nabe ku mirov ji bîr bike, ka çawa serketî di warê agahiyên dengan û akustîk de ev metn hatiye nivîsîn. Kite bi kite behsa wê tê kirin, ka kengî mirov kîjan dengî dibihîse. Mesela timî behsa dilopkirinê tê kirin. Me jî ev yek wisa çareser kir ku me çerxek mekanîk danî ku pê di dema xwendinê de timî dilop bike, her biçe dengê wê zêde bibe û bêhtir bikeve nava hiş û mejiyê guhdaran. 

Wekî din ji bo ku tesîra metnê bêhtir bibe, me pêre pêre, her diçe bêhtir ew mekanê li ser dikê yê ku şanoger jî li ser rin, tengtir kir. Me ji bo vê rohnî jî bi kar anî. bi wî rengî ku karakter weke ku neçar bin nêzî hev bibin. Bi giştî metna şanoyê û îmajên me li ser dikê çêkirin xwedî hêzeke gelekî xurt a dîmenan û dîtinê bû. Me bi dengê dilopan û bi tengkirina mekanî bi rêya rohniyê dika şanoyî jî ji bo vê xwendina metnê bi kar anî û vê jî tesîreke mezin li min kir. 


Gelo werger dikare bibe navgînek ji bo ku mirov bigihînin mirovên din, nexasim jî ji bo wan zimanên weke Kurmanciyê yên ku derfetên wan ên komunîkasyona giştî û pêk anîna raya giştî mînîmal in?

Bi ya min gelekî girîng e. Ji bo min, min ê nekariya ji metnê fêm bikim. Ango wergerê derfeteke nû, rêyeke nû ji bo min afirand, da ku xwe nêzî naverokê bikim. Divê mutleq piştgiriya vî karî were kirin. Lewma bi vê yekê deriyê dinyayeke nû li mirovê vedibin. Ango min ê nekarî xwe nêzî vê mijarê bikim û pê dakevim heger wergera metnê tinebûya. 

Şano gelo tenê pîşeyeke ji bo te yan jê û wêde ye?  

Şano tevî ku ji min gelek tişt e, ew beriya her tiştî pîşeyê min e. Û di vê de jî ji bo ya ku pîşeyê min li ber dilê min gelekî xweş dike ew e ku ew navgîneke gelekî girîng e ku di warê civakî û navbera mirovan de lê ye. Ev her du nuqte girîng in, ango ya civakî û ya hestî ya di navbera mirovan de ji bo min şanoyê bi gewde dike.